Pirsgirêkên penaberan mezin dibe

Stenbol (Rûdaw) - Di salên dawî de pirsgirêka penaberan li temamê cîhanê weke pirsgirêkek sereke derdikeve pêş. Li gor agahiyên Neteweyên Yekgirtû di sala 2015an de 60 milyon kes bûne penaber. Bi giştî hejmara penaberan jî bûye 244 milyon. Saziyên derbarê penaberan dixebitin û saziyên tenduristiyê balê dikişînin ser pirsgirêkên tenduristî yên penaberan û dibêjin ku rewş bi vi awayî berdewam bike dê pirsgirêk mezintir bibin. 

Li gor agahiyên Neteweyên Yekgirtû, tenê di sala 2015an de li temamê cîhanê 60 milyon kes neçar mane ku koç bikin. Piraniyan van kesan ji ber şer û pevçûnan bûne koçber ku şerê Sûrî di serî de cî digire.

Li gor heman agahiyan heta dawiya sala 2015an hejmara penaberên cîhanê gihiştiye 244 milyonan. Yanî di 15 salên dawî de hejmara penaberan ji sedî 41 zêdetir bûye. Zêdebûna hejmara koçberan bixwere zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê derdixe holê.

Bijîşkên Sînornenas Dr. Apostolos Veîzîs ji Rûdawê re diyar ku bijîşkên sînornenas li 64 welatan kar dikin ku 30 ji wan bi pirsgirêkên penaberan re rûbirû ne û wiha got:

“Di sala 2015an de 1 milyon penaber gihiştin Ewropayê. Em gihiştin 100 hezar kesan. Ji sedî 43 ji wan bi nexweşiyên hewkirdinê ango hilmstandinê ne, ji sedî 16ê wan trawmaya fizikî derbas kirine, ji sedî 11 bi nexweşiyên cildî û ji sedî 10 jî bi nexweşiyên mîde û rodîkê ne.  Ev nexweşî ji ber şert û mercên ciyên ku penaber lê tên pêşwazî kirin derdikevin.”

Serokê Yekitiya Bijîşkên Tirk Bayazit Ilhan jî dibêje: “Pirsgirêkên herî zêde yên roja me ew in ku ji ber şer û pevçûn û penaberiyê derdikevin. Ji hêlekê ve em dibînin ku gelek pirsgirêkên tenduristî yên koçberan hene. Şer û pevçûn mijareke wisaye ku bandora xwe li ser tenduristiya civakî û şexsî dikin. “

Saziyên derbarê penaberan de dixebitin ji bo salên pêş diyar dikin ku wê hejmara penaberan zêdetir bibe. Yek ji wan saziyan Rêxistina Koçberî ya Navtewletî ye. Li gor vê rêxistinê heke bi vî awayî biçe wê di sala 2050yî de hejmara penaberan 400 milyonan derbas bike. Tê texmîn kirin ku dê pirsgirêkên tenduristiyê ji zêdetir bibin.

Endamê Yekitiya Bijîşkên Tirk Huseyîn Demîrdîzen anî ziman di 40 salên dawî de ew dibînin ku ji ber şer û pevçûnên herêmî û bi taybetî ji ber yên Iraq û Sûriyê bi milyonan kes bûne penaber û wiha domand:

“Ev bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî tînin Her weha bi van ve girêdayî, pirsgirêkên hewîn û têrbûnê derdikevin. Bi xwe re weke nexweşî derdikevin pêşberî civakan.”

Dema şer û pevçûn û koçberî tên nîqaş kirin herwiha pirsgirêkên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî tên rojevê. Di nava şer de xebatkarên tenduristiyê gelek caran rastî êrişên aliyên şer tên. Di encamê de car caran nexweşxane tên bombebaran û bijîşk jiyana xwe ji dest didin.