Pisporekî Amerîkî: Tomara dengî ya Erdogan û kurê wî montaj nîne

 

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî Amerîkî ragihand, tomara dengî ya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Taybî Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan montaj nîne ji ber ku cîhaza guhdarkirinê di nav telefona kurdê Erdogan de hatiye bicîhkirin.

Çend roj berê tomareke dengî ya ku tê gotin diyaloga navbera Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan li ser “bertîl û gendeliyê û veşartina pere” ye, hatibû belavkirin.

Her çiqas Erdogan ew tomara dengî wek montaj bi nav kir û avêt stûyê cemaeta Fethulla Gulen lê pisporê amerîkî yê bi navê Joshua Marpet, ragihand,  tomara dengî bihûrî lêkolîn kiriye lê derketiye holê ku tomar montaj nîne.

Li gorî rojnameya Radîkalê, wî pisporê amerîkî ji rojnameya Miami Herald re axiviye û gotiye, di nav kasêtê de 5 caran deng hatiye tomarkirin, eger ev rast nebin wê çaxê cara yekê ye ez rastî tiştekî wiha xapînok têm.

Li gorî Joshua Marpet, dengên ku di nav kasêtê de hatine tomarkirin hemû bi hev re hemaheng in, dengê Erdogan ji ber ku telefona wî taybet e xweş nayê lê dengê kurê wî zelal tê ev jî ji ber wê ye ku îhtimal heye cîhaza guhdarkirinê di nav teleftona wî de hatibe bicîhkirin.

Marpet, eşkere kir ku encamên lêkolînên xwe li ser tomara dengî dê wek raporekî belav bike.