Moskow (Rûdaw) - Sergey Lavrov got, "Di mijara statuya taybet a 'herêma Kurdî' de, em di wê baweriyê de ne, ku ev mijara hestiyar tenê mijareke navxweyî ya ya Sûriyeyê ye."
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê Sergei Lavrov biryara Neteweyên Yekbûyî 2254an a ji bo Sûriyeyê nîşan da û got, "Bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên bibandor û komên etno-konfesyonel ên Sûriyeyê, helbet Kurd jî tê de, pêkan e."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê helwesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê got, "Em bi wê yekê re ne ku divê prensîbên yekîtî, serwerî û yekparbûna axa Sûriyeyê bi peytî werin bicihanîn."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rewşa Sûriyeyê û statuya Kurdan a li Sûriyeyê bersiva Nûçegihanê rûdawê Kamîz Şedadî da.
Rûdaw: Wekî tê zanîn Rûsyayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn çend bijarde pêşniyar kirine. Piştî guhertina desthilatê proseya avakirina Sûriyeke nû dest pê kiriye û di vê çarçoveyê de mijara nenavendîbûna dewletê tê gengeşîkirin. Gelo, Rûsya dê piştgiriyê bide statuya xweser ji bo herêma Kurdî li Sûriyeyê?
Sergei Lavrov: Helwesta Rûsyayê di vê mijarê de tê zanîn. Me gelek caran ev yek anîye ziman. Em ti hincetê nabînin ku nêzîkatiyên xwe yên bingehîn sererast bikin. Em di wê baweriyê de ne ku aramkirina domdar a rewşa Sûriyeyê û afirandina şert û mercên guncaw ji bo jinûveavakirina wê ya piştî şer, tenê bi destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh li ser bingeha hêmanên bingehîn ên biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên bibandor û komên etno-konfesyonel ên Sûriyeyê, helbet Kurd jî tê de, pêkan e.
Di heman demê de, em bi wê yekê re ne ku divê prensîbên yekîtî, serwerî û yekparbûna axa Komara Erebî ya Sûriyeyê bi peytî werin bicihanîn.
Di mijara statuya taybet a “herêma Kurdî” de, em di wê baweriyê de ne, ku ev mijara hestiyar tenê mijareke navxweyî ya Komara Erebî ya Sûriyeyê ye.
Bi nêrîna me, biryarên girêdayî mijareke girîng wekî nîzama dewletê divê ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe ve, bêyî “teşwîqên” ji derve, li ser esasê lihevkirineke neteweyî bên dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse