‘Ji bo girtina nûnertiyên Herêma Kurdistanê ti planên me nînin’

27-01-2024
Mihemed Husên Behrulilûm / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Husên Behrulilûm / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Nûnertî Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Îraqê yê Pêwendiyên Dualî Mihemed Husên Behrulilûm got, “Ji bo girtina nûnertiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti plan û programên me nînin.”

Mihemed Husên Behrulilûmê ku ji bo civînên di navbera wezaretên karên derve yên Îraq û Çînê de li Pekînê ye, ji Nûçegihanê Rûdawê yê Pekînê Mehdî Ferec re axivî.

Mihemed Husên Behrulilûm ji Rûdawê re da zanîn, “Nabe ku axa Îraqê ji bo êrişkirana cîranên me were bikaranîn.”

Behrulilûm amaje bi êrişên ku li axa Îraqê jî tên kirin da û got, “Ti welat nikarê serweriya Îraqê binpê bike.”

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Behrulilûm li ser vê êrişa Îranê ji Mehdî Ferec re wiha axivî:

“Me ji bo êrişên li Hewlêrê peyamek daye Komîsyona Ewlehiyê ya Navneteweyî. Me nîgeraniya xwe anî zimên.

Me herwiha ji bo vê mijarê bangî balyozê xwe yê Tehranê kir.”

Mihemed Husên Behrulilûm li ser mijara girtina nûnertiyên Herêma Kurdistanê jî ragihand:

“Ji bo girtina nûnertiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti plan û programên me nînin.

Pêwendiya van mijaran bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst