Li Orşelîmê êrîşa çekdarî; hejmareke zêde ya kuştî û birîndaran heye

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Orşelîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Qudsa Rojhilat di êrîşa çekdarî li ser Sînagogekê 8 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên Îsraîlê ragihandin ku ew êrîş li Sînagogeke li komelgeha Nebî Yeqbûn li Orşelîmê hatiye encamdan û hêzên ewlekariya Îsraîlê kariye kesên êrîşkar bikujin.

Hat ragihandin, ambûlans bo cihê bûyerê hatine şandin û derdor hatiye dorpêçkirin.

Ev êrîş piştî rojekê ji êrîşa ser kampa Cinîn li Kerta Rojava pêk tê ku di encam de 10 welatiyên Filistînê hatin kuştin.

Her wiha vê sibehê jî 2 mûşek ji kerta Xezza ber bi başûrê Israîlê ve hatine avêtin û Îsraîl jî ji aliyê xwe ve bersiv da û çend cih armanc kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîş şermezar kir û dibêje ew li gel hevbeşên xwe Israîlê li ser xetê ne.

Koşka Spî ji aliyê xwe ve ragihand ku rêveberiya Amerîkayê ji vê rewşê dilgiran e û daxwaza armakirina rewşê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst