Piştî Swêd û Holandayê li Denmarkê jî Qur’an hat şewitandin

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Denmark Şewitandina Quranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rasmus Paludan ê ku berê li Swêd û Holandayê Quran şewitandibû, vê carê jî li paytexta Denmarkê Kopenhagê heman çalakî li dar xist. Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek da.

Serokê partiya rastgir a tundrew Stram Kurs Rasmus Paludan li navçeya Dortheavej a paytexta Denmarkê Kopenhagê di dawiya nimêja Înê de çû pêşiya mizgefta Civaka Îslamî.

Serokê rastgir ê tundrew li ber benzînxaneyekê li cihê ku polîsan derdor girtibûn Qur'an şewitand.

Rasmus Paludan li Mislimanên ku ji nimêja Înê derdiketin dinêrî, bi hildana malzemeya ku hat diyarkirin derbarê Pêxember Mihemed de ye bala xelkê dikişande ser xwe.

Piştî çalakiyê Rasmus Paludan ji qada bi qasî 40 xulekan sekinî di bin parastina polîsan de derket.

Piştre Paludan heman çalakî li ber Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Kopenhagê jî pêk anî.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî kiryarên Paludan da.

Di daxuyaniyê de hatin gotin, “Em bi tundî şermezar dikin ku tawana nefretê ku li Swêdê li dijî pirtûka me ya pîroz Qur'anê hatî kirin destûr hat dayîn, îro dîsa li Kopenhag a Denmarkê ji aliyê heman şarlatanê dijminê Îslamê ve hat kirin.”

Li ber Sefaretxaneya Tirkiyê Qur'an şewitandibû

Siyasetmedarê rastgir Rasmus Paludan hefteya borî tevî hemû hişyariyên Tirkiyê li ber Sefaretxaneya Tirkiyê ya Stockholmê çalakiya xwe li dar xistibû û Qur'an şewitandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst