Wezîrê Derve yê Iraqê civîna Sûdanî û Macron ji Rûdawê re nirxand

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya serdana xwe ya bo Fransayê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya û rêkeftina hevbeş a stratejîk îmze kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ku di nav şanda Iraqê de cih digre di derbarê peyamnê de bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê Ala Şalî da û got “Peyman; girêdayî hemû warên wek enerjî, elektrîk û petrolê ye”

Hisên diyar kir ku hevdîtina Sûdanî-Macron "baş" derbas bûye û behsa çend projeyan hatiye kirin ku Fransa jî beşdarî wan projeyan bû, ji wan jî avakirina metroyekê li Bexdayê ye.

Hisên anî ziman ku di hevdîtinê de têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin û got, Macron li ser "Qanûna Petrol û Gazê" û "Bûdceyê" pirs pirsîn.

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku Macron hêviya başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kiriye; û Sûdanî jî gotiye ku têkiliyên wan bi Hewlêrê re "pir baş in".

Hisên, nêrînên Serokwezîrê Iraqê yên derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de ragihand û got “Sûdanî got ku, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li gorî rêkeftina aliyên ku hikûmetê ava dikin pêşde diçin û ev peywendiyên han li gorî bernameya hikûmetê û herwiha li gorî çarçoveya destûrê ne.”

Husên got ku di civînê de biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya astengkirina şandina pereyên ku biryar bû ji Herêma Kurdistanê re bên şandin, "nehatiye rojevê."

Li ser piesa "Gelo Fransa razî bû ku çekan bifroşe Iraqê?" Hisên wiha bersivand “Fransa di şerê li dijî DAIŞê de gelek alîkariya Iraqê kir. Mijara çekan wê di navbera Wezareta Berevaniyê û kompaniyên Fransayê de bê nîqaşkirin.”

Ji aliyê din ve Sûdanî têkildarî hevdîtina xwe ya bi Macron re li ser Twitterê parve kir û tê de got “Ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera her du welatan de di warên cuda de min bi dostê xwe birêz Macron re Peymana Hevkariya Stratejîk, ku nexşerêyek destnîşan dike îmze kir.”

Sûdanî her wiha diyar kir ku ji bo pêkanîna bernameyên xwe dê bi Fransayê re xebatên xwe bidomînin.