Sûdanî bi Macron re peymana hevkarîya stratejîk îmze kir

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Mihemed Şiya Sûdanî Fransa Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Koşka Elyseeyê hatin cem hev.

Sûdanî di çarçoveya serdana xwe de ewil bi Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne re hevdîtin kir û piştre li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Iraqê piştî ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Macron ve hat pêşwazîkirin li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got “Ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera her du welatan de di warên cuda de min bi dostê xwe birêz Macron re Peymana Hevkariya Stratejîk, ku nexşerêyek destnîşan dike îmze kir.”

Çend xalên rojeva serokwezîrê Iraqê Sûdanî û şanda pê re, têkoşîna li dijî gendeliyê Vegerandina 2,5 mîlyar dolar fonên bacê yên ku ji Banka Rafidainê xistine hesabên xwe, îmzakirina peymanên lihevkirinê yên dualî û daxuyaniya hevpar a li ser parastina mîrata çandî û berhemên dîrokî bûn.

Li gel rayedarên hikûmetê, Sûdanî dê bi nûnerên kompaniyên Fransî re bicive da ku projeyên veguhestinê yên girîng bicîh bîne.

Macron di maeha Berfenbarê de li Urdunê beşdarî 2yemîn Konferansa Hevkariyê ya Bexdayê bû, ku armanca wê piştgirîkirina aramî û ewlehiya Iraqê ye.

Lêkolîneke Wezareta Darayî ya Iraqê di Cotmehê de eşkere kiribû ku di serdema wezîrê berê yê darayî Elî Elawî de, di navbera Îlona 2021 û Tebaxa 2022an de 2.5 milyar dolar pereyên bacê ji hesabê Komîsyona Giştî ya Bacê li Banka Rafîdeyn li Bexdayê hatiye dizîn.

Sûdanî gelek caran diyar kiribû ku vegerandina pereyên dizîn ji bo kabîneya wî karê sereke ye û soz dabû ku sûcdar dê hesab bidin.

Nur Zuhêr Casim, yek ji bergumanên sereke yên lêpirsînê, di dawiya Mijdarê de bi şertê ku 1.1 milyar dolarên ku wî qebûl kiribû ku di nav du hefteyan de îstîsmar kirine bide, bi kefalet hat berdan.

Nêzîkî du meh şûnda, hate ragihandin ku tenê 216 mîlyon dolar ji pereyên bacê yên dizî hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst