Kremlîn: Putin vexwendina Erdogan qebûl kir

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Recep Tayyîp Erdogan Kremlîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendina ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû kirin qebûl kir û dê serdana Tirkiyê bike. Lê dem û roja serdana Serokê Rûsyayê nehatiye diyarkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan qebûl kir. Kremlînê ragihand ku Putin serdana Tirkiyê dike. Di daxuyaniyê de li ser dîroka serdanê de ti zanyariyên hûr nehatine dayîn, tenê tê gotin ku plansazî li gor rewşa Coronayê tê kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 26ê Çileya 2022ê ragihandibû ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendine Tirkiyê û gotibû: “Em dixwazin li welatê xwe ligel hevdîtineke dualî bikin û hinek gavan biavêjin.”

Erdogan 29ê Îlona 2021ê serdana Rûsyayê kiribû û li Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiya bû. Berî serdanê behsa hinek îdîayan jî dihat kirin. 

Malpera nûçeyan Al Modon ku navenda wê li Beyrutê ye nivîsî bû: “Putin dê hewl bide Erdogan razî bike daku ligel Şamê dest bi danûstandinan bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst