Koreya Bakur du mûşekên din ceribandin

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Ceribandina Mûşekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koreya Bakur di ceribandineke din a mûşekên balistîk de du mûşek ber bi Deryaya Japonê ve avêtin.

Serokerkaniya Koreya Başûr ragihand, serê sibeha îro Pêncşembê Koreya Bakur di ceribandineke mûşekî ya nû de du mûşek ber bi Deryaya Japonê ve avêtin.

Li gor daxuyaniya Serokerkaniya Koreya Başûr, mûşek ji corê balistîk û menzêlkurt bûn û demjimêr 08:00 li gor dema Seolê ji bajarê Hamhung ê li rojhilatê Koreya Bakur ve ber bi Deryaya Rojhilat anku Deryaya Japonê ve hatin avêtin.

Koreya Başûr herwiha ragihandiye, mûşekên îro hatine ceribandin nêzîkî 20 kîlometran bilindî esman bûn û menzîla wan 190 kîlometre bûye.

Bi vê yekê ev dibe şeşmîn ceribandina mûşekî ya Koreya Bakur ji destpêka sala 2022ê ve.

Li gor ajansa Kiodo ya Japonê, herdû mûşek li derveyî navçeya aborî ya Japonê ketine xwarê.

Serokwezîrê Japonê, Fumio Kishida piştî ceribandina mûşekî ya Koreya Bakur di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihand, ceribandinên mûşekî yên berdewam ên Koreya Bakur “gelek cihê dilgiraniyê ne.”

Kishida got, ew ceribandinên mûşekî, yasayên Encûmena Asayişa Navdewletî binpê dikin.

Serokwezîrê Japonê destnîşan kir, ew agahdarî daxuyaniya Koreya Başûr e ku dibêje Koreya Bakur du mûşekên mezîlkurt ceribandine. Kishida tekez kir, ew niha “mijûlî berhevkirina zanyariyan derbarê ceribandina mûşekî ya îro de ne” û diyar kir, heta niha ti raportek derbarê zirarên mûşekan li peravên Japonê negihîştiye wî.

Cara dawî ku Koreya Bakur hejmareke zêde ya mûşekan di mehekê de ceribandibûn, sala 2019ê û piştî hilweşandina lûtkeya di navbera Donald Trump û Kim Jung On de bû.

Roja Sêşembiya bihorî jî Pyongyang rokêteke Kruz ceriband, berî wê jî di rojên 5 û 11 vê mehê de mûşek avêtibûn.

Ev ceribandina zêde ya mûşekan ji aliyê Koreya Bakur ve di demekê de ye ku biryar e take Hevpeymanê Kim Jong-un ku Çîn e, meha bê mêvandariya lîstikên Olympiyadê bike, herweha biryar e li Koreya Başûr jî hilbijartinên serokatiyê di meha Adarê de bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst