Stoltenberg: Çareserî di navbera Rûsya û welatên rojavayî de pêkan e

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, çareseriya siyasî di navbera Rûsya û welatên Rojavayî de pêkan e, tevî ku alozî di navbera Rûsya û Ukrayna de berdewm in.

Roja çarşemê her yek ji Rêveberiya Joe Biden û NATOyê Rûsya agahdar kirine ku ne Amerîka û ne jî NATO ne amade ne daxwaziyên sereke yê Rûsya cîbicî bikin ji bo çareserkirina kirîzê.

NATO û Amerîka tekez kirin ku ew pabendî siyaseta xwe ne ku deriyê NATOyê herdemê vekirî ye li pêşya endamên nû û red kirin ku endamtiya Ukrayna di Hevpeymaniyê de bi awayekî hertimî qedexe bikin, herweha tekez kirin ku belavkirina hêzên hevpeymaniya NATO û alavên leşkerî li rojhilatê Ewropayê hêleke sor e û gotûbêj li ser nayên kirin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand, çareseriya siyasî heya niha mumkin e ango pêkan e lê divê Rûsya niyazpakiya xwe nîşan bide ji bo kêmkirina aloziyan û dîtina çareseriyeke siyasî.

Stoltenberg diyar jî kir, wan pêşniyarên xwe pêşkêş kirine û amade ne guh bidin dilgiraniyên Rûsya û dest bi karê hevbeş bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê got jî, di demekê de ku danûstandin ji bo çareseriyekê berdewam in lê wan amadekariyên xwe yê leşkerî kirine û garentiya ewlekarî ya hemû hevpeymanên NATO heye, ev jî sedema amadekariya hêza bersivdanê ya NATOyê ye.