Hêzên hevpeymanan: Berpirsê êrîşê ser Pêşmerge, hikûmeta Iraqê ye

28-01-2017
RÛDAW
Berdevkê hevpeymanan li Bexdayê John Dorrian
Berdevkê hevpeymanan li Bexdayê John Dorrian
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Iraq Bexda Heşda Şeibî Mûsil Pêşmerge Şerê_Mûsilê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Şeva bihorî Heşdî Şeibî êrîşî Hêzên Pêşmerge kiribû, Berdevkê Koalîsyonê John Dorrian diyar kir ku berpirsê vê êrîşê Hikûmeta Iraqê ye.

 

John Dorrian tevli weşana zindî ya Rûdawê bû û derbarê rewşa operasyona Mûsilê û şerê li nav bajarê Mûsilê û herwiha êrişa duh a komeke Heşda Şeibî li dijî Hêza Pêşmerge axivî.

 

John Dorrian ragihand: “Ez bawer dikim ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojavayê Mûsilê, zûtir pêşve bikevin. Lewra dijmin hatiye dorpêçkirin û lawazkirin. Li hêla rojhilat gelek xanî hene, divê ev ji dijminan werin paqijkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya me bi demê heye.”

 

Ji bo ku şerê Mûsilê di demeke kin de biqede, li ser îhtîmala alîkariya bejayî ya Amerîkayê, John Dorrian diyar kir ku li gor rêkeftinê, Amerîka tenê ji esmanî ve alîkarî dike û piştgiriya îstîxbarî û lojîstîk dide.

 

Dorrian bi bîr anî, cihên ku têne rizgarkirin ji aliyên hêzên Iraqê ve têne parastin.

 

Ji ber îhtîmala pevçûnên di navbera grûpên li deverên rizgarkirî, John Dorrian amaje kir ku hêzên navborî xwedî kapasîteyeke baş in.

 

Li ser mijara Heşdî Şeibî ya ku duh bi şev bi ser Hêzên Pêşmerge êrîş kiribûn, John Dorrian wiha axivî: “Vê mijarê, bi qasî ku li ser medyayê min şopand dizanim. Ez bawer dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bên ba hev û vê mijarê biaxivin. Hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin, divê li ba hev bin.”

 

Li ser daxiyaniya Wezareta Pêşmege ku aşkere kiribûn, Heşdî Şeibî çend caran li wan êrîş kirine, John Dorrian got: “Hikûmeta Iraqê berpirsê vê yekê ye. Divê baweriyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hêzên wan peywirên xwe bi cih tînin.”

 

John Dorrian li ser helwesta xwe ya ligel hebûna PKKê û Heşdî Şeibî li Şingalê jî anî ziman ku “Ev mesele girêdayî mijara xebata Hikûmeta Iraqê ye. Em hewl didin ku bi rêyên guncaw ev mijar çareser bibe. Divê hêzên vê derê li dijî DAIŞê kapasîteyên xwe derxin holê.”

 

Duh bi şev grûpeke girêdayî Heşdî Şeibî li rojhilata Şingalê êrîşî Hêzên Pêşmerge kiribû.

 

Berpirsê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet aşkere kiribû ku li ser vê mijarê ji Heşdî Şeibî li benda daxuyaniyek fermî ne û gotibû: “Heke ev careke din jî bibe, dê Hêzên Pêşmerge jî helwesta xwe nîşan bide.”

 

Berdevkê Heşdî Şeibî jî aşkere kiribû ku, li ser vê mijarê lêpirsînek dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst