Egîd Polat: Parîs êdî bûye navendeke operasyonên siyasî li hemberî Kurdan

26-12-2022
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Egîd Polat Êrîşa Parîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Demokratîk a Kurdan li Fransa Egîd Polat derbarê êrîşa Parîsê de got “Parîs êdî bûye navendeke operasyonên siyasî li hember Kurdan. Em di ferqiyeta wê de ne. Lê Eger îstixbarata Fransayê di hêla parastinê de, di hêla pozîsyongirtin li hember van êrişên dewleta Tirk de misoger bibe van tiştan çênebin.”

Karvedanên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku kesekî Fransî kiribû û di encamê de 3 Kurdên Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn, berdwam in.

Kurdên li Fransayê li chê êrişa sala 2013an ku 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ku jiyana xwe ji dest dabûn kom bûn.

Her sê qurbaniyên berî 10 salan digel her sê kuştiyên 23. 12. 2022an mîna hevsenger û berdewamiya yek rêbazên li vê derî tên hejmartin.

Xwepêşanderên Kurd ku bi piranî ji Bakûrê Kurdistanê ne, daxwaz diken dezgehên dadî yên Fransayê bi hûrî, rasteqîne û zû lêkolîna digel êrişkar de encam bidin.

Berdevkê Encûmena Demokratîk a Kurdan li Fransa Egîd Polat, helwestên Fransayê li hemberî Kurdan bi erênî dizane lê ew Tirkyê tometbar dike û dixwaze Fransa di derbarê hevalgîrî, îstîxbaratî de helwestên xwe biguhere.

Berdevkê Encûmena Demokratîk a Kurdan li Fransa Egîd Polat dibêje “Fransa yek ji deweltên ku bi rastî bi têkiliyên xwe de yên dîplomatîk û yên mirovî ji bo kurdan di gelek milan de pozîsyoneke wê ya erênî heye. Lê em vêya jî dizanin Fransa di heman demê de cihê ku her sê hevalên me di 9ê Çileya 2013an de hatin qetilkirin û di heman demê de di 23ê vê mehê de hatin qetilkirin. Parîs êdî bûye navendeke operasyonên siyasî li hember Kurdan. Em di ferqiyeta wê de ne. Lê Eger îstixbarata Fransayê di vê milî de di hêla parastinê de, di hêla pozîsyongirtin li hember van êrişên dewleta Tirk de eger misoger bibe van tiştan çênabin, ev vê jî pir baş dizanin.”

Li kolana êrîş hatye kirin, çend gulên bitenê li pêşiya sertiraşxaneyê hatîne danin û li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hejmarek Kurdan hene.

Di nav navendê de xemgînî û matemgêran heye. Hawniştîmanî serixweşyên li hevzman û hevbîrên xwe dkin.

Gencekî Kurd ê bi navê Murad ku hatin û çûna wî ya berdam ya vê navenda Kurdên Bakûr heye, 30 sal in li Fransayê djît. Murad dibêje Fransa em ne parastin û pirsyar ev e dê me biparêzê ji niha û pê ve?

Welatiyê Kurd ê bi navê Murad ku li Fransayê diji dibêje “Heta niha me hîç parastinekr ji alyê dewleta Fransa ve nebûye. Îro ev kumkujî bûye pirseke navdewletî û li bakûr, başûr û rojava û rojhilat derketiye û gihiştiye Ewropayê. Ev kesên me yên hatîne kuştin û pirsyar ev e, Fransa dê me parêze yan na? Lê jiyan berdewam e û em wek Kurdên azad li Ewropa berdewamiyê didin karên xwe yên syasî.”

Bikujê evan her sê hevniştîmanyên Kurd, li gorî medya Fransayê goti ye “Kurdan baş şerê DIAŞê nekirye, li chê DIAŞê jinav bibira, ewan di kampan de komkirîne, lewma min êrîşî wan krîye.” Lêkolîna li gel êrişkarê vê Navenda kurdan di qonaxên destipêkê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst