Projeyên Rûsyayê ji bo Kurdên Rojava çi ne?

26-12-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Karwanekî hêzên Rûsî û şervanên Kurd li Rojava (Wêne: Baderkhan Ahmad/AP/TASS)
Karwanekî hêzên Rûsî û şervanên Kurd li Rojava (Wêne: Baderkhan Ahmad/AP/TASS)
Nîşan Rûsya Amerîka Şam Kurd Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di siyaseta Moskowê de ji bo çareseriya qeyrana Sûrî, diyaloga Kurdan bi Şamê re êdî gihîştiye qonaxeke giring. Dîplomatekî Rûsî behsa projeyên Rûsyayê yên ji bo Kurdan dike û dibêje, “Nûnertiya Kurdan di rêveberiya welêt de divê di Destûra Bingehîn de bê çespandin.” Şarezayekî Rûsî yê din jî dibêje, divê Kurdan zûtir li gel Şamê li hev kiriban û li gor wî rêkeftina ku niha ji bo Kurdan bê pêşniyazkirin dê ji yên berê paşdetir be.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku Amerîkî zû yan derneg, dê ji Sûrî biçin û  divê Kurd pêgeha xwe ron bikin.

Sergeh Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, dibêje, "Di baweriya min de, divê Kurd pêgeheke bi prensîp bigrin. Em amade ne di vê yekî de alîkariyê bidin. Ji xwe, ew tên cem jî.  Erkê me ew e ku em alîkarî bidin bo dabînkirina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê. Û helbet, berçavgirtina berjewendiyên kêmneteweyan, yek ji şertên sereke ye."

Lavrov behsa hûriya çawaniya alîkariya Moskowê ne kir. Lê dîplomatê Rûsî bawer dike ku di destê Moskowê de hin proje hene.

Andrey Baklanov, dîplomat, balyoz, diyar dike, “Nûnertiya Kurdan di rêveberiya welêt de divê di Destûra Bingehîn de bê çespandin. Weke ku li Tanzanayê hatiye kirin ji bo Zenzîbarê. Zêdetir kursî li Parlamentoyê, û di hikumeta navendî de bê dayîn. Her weha di rêvebriya jor de ji Kurdan re divê hin postên giring bê dayîn, da ku ew bikaribin karîgeriyeke rasteqîn li siyaseta welêt bikin.”

Ev şarezayê ku  beriya çend rojan ji Şamê vegeriyaye, amaje pê dike ku pêwîst bû Kurd bi zû de bi Şamê re rêk biketana, vê gavê dem li dijî Kurdan kar dike.

Nîkolay Surkov, Berpirsê beşa Rojhilata Navîn ya Enstîtûya Peywendiyên Navneteweyî, dibêje, “Pêwîst bû ew gotûbêj, salek, an jî du sal berê, bi awayekî cidî bihata meşandin, dama ku pêgeha Kurdan hîn xurtir bû. Vê gavê dê pir zehmet be Şam bê qanehkirin ku tawizan bide Kurdan. Ji ber ku, aşkere ye guvaşeke pir mezin ji aliya Tirkiyê ve tê kirin û piştgiriya Amerîka jî her meh lawaztir dibe. Lewma jî, bi nêrîna min, ew rêkeftina ku dê vê gavê ji Kurdan re bê pêşniyazkirin, dê ji ya du salê berê hîn paşdatir be.”

Li Moskowê bawerî bi wê heye ku proseya çareseriya qeyrana Sûrî nêzî fînalê dibe û êdî dor hatiye lezandina diyaloga Kurd û Şamê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst