Papa Francis: Nabe em êşa xelkên Sûriyê, Iraq û Yemenê ji bîr bikin

26-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di peyama xwe ya bi helkefta Krîsmasê de, Papayê Vatîkanê Papa Francis, li meydana Sant Peter a Vatîkanê bal kişand ser rewşa xelkê Sûriye, Yemen û Iraqê û daxwaz kir şer li wan welatan bê rawestandin ku heta niha bûye sedema canjidestdan û derbiderbûna bi hezaran kes.

Papa herwiha diyar kir, nabe êşa wî xelkî bê jibîrkirin.

Popa Francis got, “Em xelkê Sûriyê bînin bîra xwe, ku zêdeyî 10 sal in di şer de ne, di encam de gelek kes bûne qurbanî û hejmareke zêde derbider bûne. Em li Iraqê binêrin, ku hê ji ber şerê demdirêj li ber xwe dide. Em guh bidin giriyê zarokan li Yemenê, ji ber trajediya mezin ku her kes dibîne, bi bê dengî derbas dibe û her roj mirin çêdibin.”

Adara bihorî Papa Francis ê 85 salî serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû û ligel hejmarek berpirs, kesayetiyên olî û xelkê civiyabû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst