Li ser sînor polîsê Romanya koçberên Kurd îşkence kirin

26-12-2020
33 penaberên Kurd li Sirbiya asê mane
33 penaberên Kurd li Sirbiya asê mane
Nîşan Koçberên Kurd Sirbistan Romanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî Rojavayê Kurdistanê dibêje ku li Sirbistanê tevî hejmarek ji koçberan li Sirbistanê asê mane, polîsan ew girtine li wan xistine û hemû tiştên wan ji wan standine. Vîdyo jî girtine, dixwaze dengê xwe di Rûdawê de bigihînin cîhanê.

33 penaberên Kurd ku 18 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ne, li Sirbiya asê mane û li ser sînorê Romania rastî lêdan û îşkenceya polîsê Romanî hatin.

Rûdaw ligel hejmarek ji wan penaberan axivî, tekez kirin, wan gotin ku xwestin sînorê Romanya bi qaçaxî derbas bikin, lê ji aliyê polîsên wî welatî ve hatin girtin, li wan dan û dest û lingê hinekan ji wan şikandin, pare û telefonên wan jî ji wan standin.

Di nav wan penaberan de 4 zarok û 8 jin hene, 18 ji Rojavayê Kurdistanê ne, 15 jî ji Başûrê Kurdistanê ne.

Wan penaberan sînorê 6 welatan derbas kirine, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê, Yûnan, Albanya, Kosovo û piştre Sirbiyayê bûne, bi meşê di vê zivistanê de sînorê van hemû welatan derbas kirine.

Lê dema ku dixwazin sînorê Romanya derbas bikin têne girtin, têne îşkencekirin. Bi gotina wan ling û destê hinek ji wan ji ber lêdanê şikestî ne û niha têne dermankirin û vegeriyane Sirbiya, polîsên Romanya pare û mobayilên wan jî ji wan standin.

Koçber piştî ji aliyê polîsê Romanya hatin berdan, li çoleke Sirbistanê, du şevê zehemet derbas kirin. Li ber agir daran heta serê sibehê xwe germ dikin, lê bi naçarî jî li ber sermê radizên, piştî du roj û 2 şevan xwe gihandin, bajarê Belgrad yê Serbiya.

Li welatên Balqan ku rêyeke sereke ya derbasbûna penaberan ji bo Ewropayê ye, rewşa penabera di nav kampan de gelekî xirab e. Li kampa Lîpaye ya bakurê rojavayê Bosniya jî rewş xirab e.

Li Kampa Lîpaye li bakurê rojavayê Bosnayê hezar û 400 penaber ji netewên cuda Kurd jî di nav wan de hene dijîn. Ew dilteng in ku ti rêxistineke navdewletî bi wan re nabe alîkar.

Penaberek dibêje: “Çima divê em di vê zivistanê de li ber baranê razên? Divê rêxistina navdewletî ya koçberan bergiriyê li me bike.”

Netewên Yekbûyî dibêje, li vê kampê pêwîstiya 3 hezar kesan bi xwarinê ve heye, ew tenê di 24 demjimêran de carekê nan dixwin.

Koçberê bi navê Hesen Îbrahîm jî beşdarî bultena Rûdawê bû û got ew niha li Sirbistanê ne û ew kes li wê derê wan qebûl nake û heta ku nekarîne cihê razanê jî jixwe re peyda kirine.

Bi gotina Hesen Îbrahîm ti otelan ew qebûl nekirine û sê roj û sê şevan li ji derve mane û niha jî li ba qaçaxiyekî dimînin.

Hesen Îbrahîm da zanîn ku ew dixwazin herin Almanyayê, lê niha ew asê mane û ti kes jî alîkariya wan nake.

Îbrahîm herwiha diyar kir ku îşkence li wan kirine polîsan li jin û zilaman dane û 6 kes ji wan birîndar bûne û ew kesên birînda bûne niha bo kampan hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst