Ordun û DAIŞ dê li ser berdana pîlot pevguhertinê bikin!

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Ordunê ragihand, ew hazir in ji bo rizgarkirina pîlotê wê balafira ku roja 24ê vê mehê li Sûriyê ketibû, çi lazim be bikin. Jêderekî nêzîkî DAIŞê jî ragihand, DAIŞ dê li hember berdana wî pîlotî daxwaza berdana endamên xwe ji Ordunê bike.

Roja çarşemê (24ê Kanûnê) balafireke şer a Ordunê, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li çeperên DAIŞê dida, li nêzîkî bajarê Reqayê yê Sûriyê ketibû. Pîlotê wê balafirê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin.

DAIŞê îdia dikir ku wan ew balafir xistine lê Amerîkayê ragihand, tiştekî wisa tine, balafir ji aliyê DAIŞê ve nehatiye xistin.

Li ser rizgarkirina pîlotê balafirê ku xelkê Ordunê û navê wî Meaz Kesasbe ye, hikûmeta Ordunê ket nav liv û tevgeran.

Rayedarekî Ordunê ji televîzyona Al Jazerrayê re ragihandiye ku hikûmeta Ordunê ji bo berdana wî pîlotî çi lazim be dê bike û da zanîn, ji bo berdana wî pîlotî bi eşîr û kesayetên nêzîkî DAIŞê her wiha bi rayedarên tirk, Qeterê re dest bi hevdîtinan kirine.

Wî rayedarê Ordunê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ragihandiye ku bi hinek eşîrên Iraqê re jî hevdîtin kirine û ji wan xwestine ji bo berdana pîlotê ordunî navbeyinkariyê bikin.

Wezîrekî Ordunê jî da zanîn ku dest bi hevdîtinan kirine û ji bo berdana pîlot amade ne her tiştî bikin, pevguhertin jî di nav de û wiha axivî: “Hinek endamên DAIŞê di destê me ne. Em dixwazin li ser pevguhertina wan û pîlot, hevdîtinan bikin.”

Ji aliyekî din, rêberê Tevgera Cîhadî ya Selefî, Mihemed Şelebî ragihand ku eger pevguhertinek hebe DAIŞ dê ji hikûmeta Ordunê daxwaza berdana endamên xwe bike.

Şelebî da zanîn, li gorî ku DAIŞ dibêje, endamên wê yên mîna Ebû Mûsa Zerqawî û Ziyad Kerbolî ji aliyê Ordunê ve hatine girtin, ji ber wê jî eger pevguhertinek çêbibe dê daxwaza berdana wan bike.