Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin

2 demjimêr berê
Diyar Kurde
Matthew Miller,  pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Matthew Miller, pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Matthew Miller Amerîka Hişyarî Îraq Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller hişyarî da ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê dibe ku Îraqê bikişînin nav şerekî herêmî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, doh, di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Matthew Miller hişyarî da ku Îran û komên çekdar ên nêzîkî wê dibe ku Îraqê bikişînin nav şerekî herêmî.

Pirs û bersivên Rûdawê yên bi Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller:

Diyar Kurde: Komkara Ereban û Rêxistina Hevkarîya Îslamî û dîplomatên Îraqî dibêjin ku wan bi we re axiviye, pêwendî bi we re kiriye, helwesta we li ser vê rewşê çi ye?

Matthew Miller: Li ser vê mijarê me çend cara gotûbêj li gel hikûmeta Îraqê kiriye ku ez li vir çend caran bi we re axivîm.

Helwesta me zelal bû, komên milîs ên ku Îran piştgirîya wan dike li Îraqê metirsiya bêaramiyê ne. Herwiha metirsiya wê yekê heye ku bi êrişên xwe, çi li hundir û çi li derveyî Îraqê, Iraqê rûbirûyî şerekî herêmî bikin.

Hevkariya me ya ewlehî li gel hikûmeta Îraqê bi hêz e û me li ser metirsiya grûpên çekdar ên ku bi awayekî serbixwe li dijî berjewendiyên Iraqê tevdigerin hişyarî da wan. Em dê li ser vê yekê berdewam bikin.

Diyar Kurde: Berxwedana Îslamî ya li Îraqê  daxuyaniyek belav kir û got ku ew dê êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê bidomînin, li gorî we mafê Îsraîlê heye ku li dijî van koman xwe biparêze û di nava Îraqê de êrîşî wan bike?

Matthew Miller: Mafê her welatekî heye ku xwe li hemberî êrişên terorîstî biparêze.Ev ji bo her welatê cîhanê rast e lê me bi rêya dîplomasiyê hewleke mezin daye ku rê li ber zêdebûna aloziyan bigrin û rê nedin ku welatên din bikevin nav aloziyê.

Bêguman Îraqê jî yek ji wan welatan e. Ji ber vê yekê me bi awayekî zelal ji hikûmeta Îraqê re gotiye ku divê ji bo rêgirtina li van êrişên di nav sînorê Îraqê de her tiştî bikin.

Diyar Kurde: Pirsa dawî, hikûmeta Îraqê dibêje ku li gorî xala 3yemîn a Peymana Stratejîk a Ameîrka û Îraqê, berpirsyarî dikeve ser milê wê ku pêşî li gefên li ser Îraqê bigire.

Matthew Miller: Ez nikarim ji bo raya giştî li ser vê biaxivim. Em dê li ser vê yekê bi Îraqê re gotûbêjan berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst