Brîtanya Hemas wek rêxistineke terorîst ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) a ku li Filistînê Xezeyê birêve dibe xiste lîsteya rêxistinên terorê.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta navxwe ve hat dayîn de hat ragihandin ku Hemas piştî qanûnên ku di 19ê Mijdarê de ji aliyê parlamentoyê ve hatibûn qebûlkirin, ji îro pê ve bûye rêxistina terorê ya qedexe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ev biryar tê wê wateyê ku endamên Hemasê yan jî kesên ku banga piştgiriyê ji girûpê dikin, dikarin heta 14 salan cezayê girtîgehê lê bên birîn. Herwiha hat diyarkirin ku di çarçoveya biryarê da lîsteya rêxistinên terorê hat nûkirin.

Brîtanyayê beriya niha baskê leşkerî yê Hemasê Yekîneyên Îzzeddîn El-Qassam weke rêxistina terorê îlan kiribû, û bi pêngava xwe ya dawî re baskê siyasî jî qedexe kir.