Trump bi biryarekê Michael Flynn efû kir

26-11-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Michael Flynn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê biryara lêborînê bo şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya wî welatî Michael Flynn derxist.

Donald Trump şeva bihorî biryara lêborînê ji bo şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî derxist ku bi pêşkêşkirina zanyariyên nerast bo FBI derbarê destwerdana Rûsya di hilbijartinên sala 2016 ên Amerîkayê de hatibû tometbarkirin.

Trump di peyamekê de li ser twîterê amaje bi biryara lêborînê ya ji bo Flynn kiriye û ragihandiye: “Ji bo min şanazî ye ku ez ragihînim General Michael T. Flynn bi tevahî hatiye efûkirin. Pîrozbahî ji bo General Flynn û malbata wî ya baş, ez dizanim ku wan dê cejneke spasdariyê ya bi rastî gelek xweş hebe.”

Ev yekemîn biryara lêborînê bo kesekî piştî ragihandina encamên hilbijartina serokatiya Amerîkayê ye, ku Donald Trump têde sernekeft.

Ev biryara lêborînê li ser asta federal e û rê li wê yekê nagire, ku li ser asta wilayetan doz li dijî Flynn bêne vekirin.

Michael Flynn yekemîn şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya rêveberiya Donald Trump bû ku tenê 22 rojan di wê postê de ma.

Flynn du sal berî niha di dadgehê de li xwe mikur hat, ku du caran zanyariyên nerast daye Polîsê Federal ê Amerîkayê (FBI).

Flynn herwiha yek ji şeş şêwirmend û kesên nêzîk ji Donald Trump bû, ku di raporta Robert Muller de ya derbarê dosyeya destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên sala 2016 ên Amerîkayê bo berjewendiya kempîna Trump, navê wî weke tometbar hatibû.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê îsal tevahiya tometên li dijî Flynn betal kiribû û dosyeya wî girtibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst