Şîna keça Êzidî Nêrgiz Dawûd li Almanyayê birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya hejmarek kes ji revenda Kurdistanî, malbata keça Kurda Êzidî Nêrgiz Dawûd merîsma serxweşiya wê li Almanyayê saz kir.

Malbata keça Kurda Êzidî Nêrgiz Dawûd merîsma behîdariya wê li Almanyayê saz kir. Merasîm li Mala Êzidiyan li bajarê Oldênbûrgê birêve çû û hejmarek kes ji revenda Kurdistanî lê beşdar bûn.

Berpirsê Komele û Saziyên Êzidî li Almanyayê Îlyas Yanic gotarek di merasîmê de pêşkêş kir û piştre ji Rûdawê re got: “Piştî komkujiya Şingalê, devera Efrînê ket di destê hêzên Tirkiyê û hevalbendên wê de û Êzidî mecbûr man ku ji wê derê derbikevin. Di nav grûpên girêdayê Tirkiyê de hinek hebûn ola Êzidiyan qebûl nedikir lewma ew mecbûr bûn ji warê xwe derbikevin. Ev operasyona niha ji bo Mesihiyan, Êzidî û tevahiya xelkê li ser sînor metirsî ye.”

Edûlê Dado ku yek ji xizmên Nercis Dawûd e, dibêje ku Nercis bi kîndarî hatibû kuştin.

Endamê Rêveberiya Saziya Êzidiyan Ebdo Îso  hejmara Kurdên Êzdî yên ku li ser destê grûpên çekdar li Efrînê bûne qurbanî eşkere kir û got: “Heta niha çar jinên me yên Êzidî li Efrînê hatine kuştin û ligel Şehîd Nêrgiz dibin 5 kes. Herwiha çar zarok jî hatina kuştin. Bi giştî jî 18 Êzidî hatine kuştin. Em di wê baweriyê de ne heta ku hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê li Efrînê bin, kuştin dê li hemberî me berdewam be.”

Kesayetî olî yê Êzidî li Laleşê Baba Çawîş  gotineke arasteyî beşdarên merasîmê kir û serxweşî li malbata Nêrgizê kir.

Nêrgiz Mîrze Dawûd a 23 salî, Keçek Kurd a Êzidî bû, xelkê gundê Kîmarê bû. Roja 17ê mijdarê li ser destê grûpeke çekdar li Efrînê hatibû kuştin.