Li Amerîkayê hêza ser sînor gaza rondikrêj li hember koçberan bikar anî
Navenda Nûçeyan - Hêza ser sînor a Amerêkayê gaza rondikrêj li beramber bi sedan koçberên ne yasayî yên ji welatên Amerîkaya Navîn li ser sînorê navbera Amerîka û Meksîkayê bikar anî.
Bikaranîna rondikrêj piştî wê yekê hat ku koçber nêzîkê fermangehên ser xalên sînor ên Amerîkayê bûn û daxwaz kirin ku di temaşekirina dosyayên wan de bo wergirtina mafê penaberiyê lez were kirin.
Li gor zanyariyên Wezareta Navxwe ya Meksîkayê, di wê demê de nêzîka 500 koçberên welatên Amerîkaya Navîn hewl dane bi awayekî ne yasayî sînor derbas bikin û biçin nav Amerîkayê.
Vê pêngava koçberan wiha kir ku hêzên ser sînor ên Amerîkayê gaza rondikrêj bikar bînin û herwiha xalên ser sînor ên ligel Meksîkayê bigrin.
Di hundirê çend hefteyên derbasbûyî de bi hezaran koçberên Amerîkaya Navîn gehiştine Meksîkayê û dixwazin biçin nav Amerîkayê, lê îdareya Trump sînorê welatê xwe ligel Meksîkayê qayimtir kiriye.