Li Gurcistanê kesekî Kurd dibe parlamenter

Tîflîs (Rûdaw) – Namzedê Kurd ê Partiya Xewna Gurcistanê Îsko Dasinî di hilbijartinên parlamentoya Gurcistanê de bi ser ket.

Li Gurcistanê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin.

Wekî ku dihat pêşbînîkirin, şêniyên paytext Tîflîsê her ji serê sibehê ve xwe gihandine ser sindoqên dengdanê.

Li Gurcistanê cara ewil e ku hilbijartinên parlamentoyê bi teknolojiyên elektronî hat kirin.

Bi giştî li Gurcistanê 3 mîlyon 508 hezar 294 dengder hatin qeydkirin  û 18 partî û hevpeymanî ji bo 150 kursiyan ketin rikeberiyê.

Piştî girtina sindoqan encamên pêşwext jî diyar bûn.

Li gorî encamên pêşwext Partiya Xewna Gurcistanê ji nîvê zêdetir dengên bi dest xistin.

Her wiha  Îsko Dasiniyê ji Partiya Xewna Gurcistanê  bûbû namzed jî bi ser ket û ew diçe parlamentoya Gurcistanê.

Encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Gurcistanê dê rojên pêş bên ragihandin.