Derbasbûna koçberan a di kanala Îngilîzê re berdewam dike

Dusseldorf (Rûdaw) – Derbasbûna koçberan a bi rêya kanala Îngilîzê re berdewam dike ku berê xwe didin Brîtanyayê.

Li Amerîka hîn jî dinya gelekî sar nebûye lê li Ewropayê hino hino serma û ba û boran dest pê kirine.

Biyaniyên li malên xwe rûniştine sar e, îcar ên ku koçber in û li derve ne dê çawa be!

Hêzên parastina sînor ên Brîtanyayê amar belav kirine û derdikeve hîn jî derbasbûna koçberan bi kanala Îngilîz re berdewam dike û koçber derbasî nav Brîtanyayê dibin.

Ji 17 heta 23yê Çiriya Pêşîna îsal, hezar û 136 koçber bi 19 belemên biçûk xwe ji Fransayê gihandine Brîtanyayê.

Zêdetirîn koçber roja 18ê Çiriya Pêşînê derbas bûne ku 647 kes bûn.

Kêmtirîn jî roja 17ê Çiriya Pêşîna bû ku 48 kes bûne.

Ji aliyekî din ve, vê hefteyê hêzên parastina deryayî yên Fransayê ragihand ku wan 48 koçber ji xeniqînê rizgar kirine.

Her wiha li gorî daxauyaniya  hêzên parastina deryayî yên Fransayê 3 kes jî xeniqîne û yek jî dema hewl dida bi belemê derbasî Brîtanyayê bibe birîndar bûye.