Serokkomarê Almanyayê xelat da du Kurdan

Dusseldorf (Rûdaw) - Ji Almanyayê bi taybetî ji bo Êzidiyan mizgîniyeke xweş heye, serokkomarê wî welatî Frank Walter Steinmeier xelata herî bilind a Komara Almanyaya Federal pêşkêşî du Kurdan kir.

Ew xelat ji ber wê rola mezin ku di civaka Almanî û Êzidiyên li Almanyayê de lîstine hat dayîn.

Medalyaya (Ferdinstjorden der Bundsrepublic Deutschland) bi kesên pir çalak û taybet di nav civaka Almanî de tê dayîn.

Şehab Dax serokê federasyona Êzidiyan li Saksonya Jêrîn e.

Ew yek ji wergirên xelatê ye û bû mêvanê Diyasporayê.

Şehab Dax ragihand ku xelat li her kesî pîroz be û got:

“Xelat ji bo tevan e. Piştî ku ev çend sal in em li ser doza Kurdên Êzidî dixebitin û me Mala Êzidiyan li Almanyayê ava kir û kar û çalakiyên me pir bûn, Serokkomarê Almanyayê biryar da ku min û kak Têlî (Têlîm Tolan) xelat bike.

Rabû di merasîmekê de li bajarê Lordhonê xelat da me û serokkomar di daxuyaniyeke xwe de zaf qala Êzidiyan kir û her wisa behsa karê me ji bo piştgiriya me li Êzidiyan kir.”

Şehab Dax diyar kir ku wan spasiya serokkomar û civaka Almanyayê kir ku bi taybetî piştî fermana 2014an a li ser Êzidiyan, hembêza xwe ji Êzidiyan re vekirine.

Şehab Dax her wiha got:

“Biryara nû ya parlamentoya herêma Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê dilxweşker bû bi dayîna mafê rûniştinê bi Êzidiyên ku piştî 2014an hatine Almanyayê.

Lê heta niha mafê rûniştinê yê hinekan ji wan nîne.”

Wî her wiha hêvî kir jî ku parlamentoyên herêmên din jî heman biryarê bidin û li ser parastina Êzidiyan berdewam bin.