Danîmarka û Swêd zewaca di navbera xizm û kesên nêzîkî hev de qedexe dikin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li Danîmarka û Swêdê amadekarî tên kirin ku bi awayekî qanûnî rê li ber zewaca pismam û dodmam, pisxalet û keçxaletan a bi hev re bê girtin.
Denîz Berxwedanê gelek pirtûk bi zimanê Danîmarkî nivîsandine û nivîskarekî Kurd ê naskirî li navendên Danîmarkayê ye.
Ew bû mêvanê Diyasporayê û sedemên vê biryarê wiha reva kirin:
“Danîmarka, Swêd û Norwêc kok in li ser pîşîlêgirtin û ji holê rakirina zewaca di nav malbatekê de nexasim pismam, pisxal û pismetik. Ev biryar ramana welatê Danîmarkayê ye û Swêd û Norwêc jî wê dipejirînin.”
Denîz Berxwedanê sedema li pişt biryarê eşkere kir û got:
“Ji ber zêdebûna rêjeya zarokên bikêmasî, hebûna nexweşiyên demdirêj û kil û kêmasiyan di nav zarokên ku di wan zewacan de çêbûne biryar hatiye dayîn.”
“Zarokên bikêmasî û kêmendam di nav civaka resen a Danîmarkî de nînin”
Denîz Berxwedanê her wiha got:
“Hebûna zarokên bikêmasî û kêmendam di nav civaka resen a Danîmarkî de nîne, ji ber ku kesên nêzîk di nav wan de nazewicin.
Lê hebûna wan zarokên bikêmasî bêtir di nav biyaniyan de heye ku berî dane Danîmarkayê û li wir dijîn. Loma biryar dê bê giştîkirin.”
Berxwedanê diyar kir ku ji ber hebûna belgeyên zanistî yên biryarê, Swêd û Norwêc piştgiriyê didin vê biryarê û ji bo bicihkirinê wê amade ne.
Berxwedanê di heman demê de got ku ew bi xwe jî yek ji wan zarokan e ku ji ber ku dê û bavê wê kesên nêzîkî hev in pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene.
“Biryar bû sedema bertekên cuda cude”
Ev biryar di nav civakên Danîmarkî, Swêdî û Norwêcî de bû sedema bertekên cuda cude.
Hinek alîgirên wê biryarê ne û hinek jî li dijî wê ne û dibêjin ku di civakên Rojhilatî û li seranserê cîhanê de zewaca malbatî heye û hebûna zarokên nesaxlem û bikêmasî rasterast ne têkildarî zewacên wiha ye.
Ji bilî ku mijar biryareke qanûnî ye û li gorî piştovanên biryarê, belgeyên wê yên saxlemiyê jî hene lê belê di heman demê bûye mijareke siyasî jî.