Trump bibe serok dê 11 milyon koçberan ji welatê xwe derxe

Dusseldorf (Rûdaw) - Du hefteyên din xelkê Amerîkayê dê biryar bide kî li vî welatî dibe serok.

Li Amerîkayê kampanyayên hilbijartinê germ in û yek ji mijarên herî germ jî meseleya koçberiya neqanûnî ye.

Her du berbijêr bawer dikin ku divê meseleya koçberiyê baştir were rêkxistin û kontrolkirin.

Lê berbijêrê Komariyan Donald Trump vekirî dibêje ku eger bibe serokê Amerîka dê 11 milyon koçberên ku mafê wan ê rûniştinê nîne û vêga li Amerîkayê dijîn ji welatê xwe biqewitîne.

Medyayên Amerîka vê hefteyê bi awayekî dûr û dirêj ev soza Trump şopandiye.

Civata Koçberiyê ya Amerîkayê (AIC) jî texmînek kiriye û dibêje ger ew plan di heyama 10 salan de were bicihanîn, pêwîstî bi budceyekê heye ku dike 968 milyar dolar.

Yek ji kesên herî balkêş ku li ser vê mijarê axiviye, profesorekî Amerîkî ye ku bi wê yekê navdar e ku pêşbîniyên hûr ji bûyerên siyasî re dike û rast jî derdikevin.

Bi taybetî jî pêşbînî dike ka dê kî di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Tevî ku Alan Licktman pêşbînî kiriye ku berbijêra Demokratan Kamala Harris di hilbijartinên vê carê yên Amerîka de bi ser bikeve lê dîsa jî dixuye bi encamên ku di rapirsiyan de hene dudiliyeke wî hebe ku dibe ku pêşbîniya wî vê carê rast dernekeve.

Loma di hevpeyvîna xwe ya nû bi medyaya Amerîkî re, dibêje plana Trump a dersînorkirina 11 milyon koçberan ji bo gelê Amerîkayê bêtareke mezin e.