Ji derçûyên dibistana leşkerî re kek û alkola bijehr birin

Hewlêr (Rûdaw) – Kuryeyekî Ukraynayî ji mezûnên dibistana leşkerî ya Rûsyayê re kek û alkola bijehr birin.

Rûsyayê ragihand ku kuryeyekî Ukraynayi, hewl daye derçûyên Akademiya Balafirvaniyê ya artêşa Rûsyayê bi jehrê bixe.

Li gorî rojnameya Kommersantê ya Rûsyayê, li Krasnodarê ji bo 77 derçûyên Dibistana Balafirvaniyê ya Leşkerî ya Armavirê şahî hatibû lidarxistin.

Li gorî Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB), kesekî bi navê Yegor Semyonov kekeke 20 kîloyî û qutiyên vîskiyê birine şahiyê.

Derçûyan şik ji kek û viskiyê biriyê û wan agahî daye FSByê.

FSB, texmîn dike ku Îstixbarata Ukraynayê hewl daye li beramberî mezûnên dibistana leşkerî suîqestê pêk bîne. 

FSByê ragihand ku Yegor Semyonov, li bajarê Melîtopolê yê Ukraynayê hatiye dinê ku niha di destên Rûsyayê de ye.

Li aliyê din, eger heye ku Semyonov bi “sûcê terorê” were tawanbarkirin.