Marê 7 metreyî jineke 50 salî ya li zeviyê dixebitî kuşt û daqurtand!

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Endonezya Pîton
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Endonezyayê di zikê marê pîton ê 7 metre dirêj de cesedê jineke ku li nav zeviyê dixebitî hat dîtin.

Li gorî berpirsên polîsan, jina 50 salî ya bi navê Jahra ku di nav zeviyê de kar dikir, roja Yekşemê dema ji kar venegeriya, lêgerîn hatibû destpêkirin.

Rojek şûnde gundiyan pîtonek heft metre dirêj û zikê wî mezin bû dîtin.

Termê Jahra ji zikê mar derket

Piştî ku gundiyan zikê mar qelaşt, rastî termê Jahrayê hatin û ew jê derxistin.

Birêveberê Ewlehiya Jambiyê ragihand ku piraniya laşê Jahrayê zirar nedîtiye.

Hin eşyayên jina ku ji aliyê pîton ve hatibû daqurtandin, şeva Yekşemê ji aliyê hevserê wê ve hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêgerîn hatibû destpêkirin.

Berê jî li Endonezyayê bûyerên bi vî rengî çêbûn.

Di salên 2017 û 2018an de 2 kes ji aliyê marê pîton ve hatibûn daqurtandin.

Pîton nêçîra xwe yek perçe dadiqurtînin û zikê wan dikare fireh bibe.

Pispara Rezerva Jiyana Xwezayî ya Singapûrê Mary-Ruth Low dibêje pîton bi gelemperî mişk an jî heywanên din dixwin, lê dema ku digihîjin mezinahiyek diyarkirî, ji ber ku têr nabin ji van heywanan têr nabin.

Li gorî Low, pîton vê carê dest bi nêçîra çêlek an berazên mezin dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst