Parlamentoya Ewropayê derbarê desteserkirina rojnamevanan de nerazîbûn nîşan da

26-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê 11 rojnamevanên ku doh li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin de Parlamentoya Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn pêşan da û dibêje: “Li Tirkiyê azadiyên bingehîn, bi taybetî azadiya medya û azadiya ramanê beyanê her diçe xiraptir dibe, ev jî yek ji wan mînakan e.”

Di encama lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqere ve dihat kirin, doh 25ê Cotmeha 2022ê li bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 11 rojnamevanên ku li Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê kar dikirin hatin desteserkirin. Parlamentoya Ewropayê derbarê desteserkirina wan rojnamevanan de nerazîbûn nîşan da.

Raporterê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez-Amor derbarê mijarê de ji medyaya Ewropayê re axiviye û dibêje: “Ev tê wateya ku li Tirkiyê azadiyên bingehîn, bi taybet jî azadiya medya û azadiya ramanê her ku diçe xiraptir dibe. Ev jî mînakake din e.”

Rêveberiya Ewlekariyê ya Enqerê bi tohmeta ku “bi nûçeyên xwe dijminatî û kînê di nav xelkê de çêdikin” derbarê 14 rojnamevanan de biryara desteserkirinê daye. Di vê çarçoveyê de doh 11 ji wan li bajarên cuda hatine desteserkirin. Ajansa Mezopotamya Û JINNEWSê eşkere kirine ku heta niha 12 rojnamevanên di wan ajansa de kar dikin hatine desteser kirin. Herwiha yek ji wan rojnamevanan jî hat girtin.

Nacho Sanchez-Amor di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ne diyar e ku ev oparasyon li ser bingeha yasaya ku berî niha bi demekê ‘Yasaya Dezenformasyonê’ li parlamentoyê hatiye pesendkirin hatiye kirin an na. Ger bi vî awayî be ev tê wateya piştraskirina gotinên civaka sivîl a Tirkiyê li Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê û gotinên gelek kesên li Parlamentoya Ewropayê ku behsa vê metirsiyê dikirin.

Bi her awayî tişta tê kirin nîşana wê yekê ye ku li Tikriyê azadiyên bingehîn, bi tayabetî azadiya medya û ramanê her diçe xiraptir dibe û ev jî mînaka wê ye, bi tayabetî ku niha Tirkiye ber bi hilbijartineke hestyar ve diçe, ev rewşeke ciddî ye.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst