Zarokekî Kurd li ser sînorê Yûnan-Tirkiyê wenda bûye

26-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev pênc roj in, zarokekî 14 salî yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Tirkiyê û Yûnanê de wenda bûye.

Zarokê bi navê Mihemed Barzan Qasim, roja pêncşema borî ligel 14 penaberên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Stenbolê derketin û xwestin biçin Yûnanê, lê belema wan di çemê di navbera herdu welatan de binav bûbû.

Di encama biavbûna belemê de 14 penaberên din bi rêya belemeke din ku li pişt wan bû, hatin rizgarkirin û tenê Mihemed wenda ye û kes nizane çi bi sere wî hatiye.

Bavê Mihemed Barzan Qasim ku niha li kampa Akrê ya parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê dimîne, ji Rûdawê re got, kurekî wî ku li Almanya dijî çûye Yûnanê û li birayê xwe geriyaye, lê heta niha ti zanyariyek li ser Mihemed bidest nexistine.

Mihemed Xelkê gundê Sêgira yê ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst