Karvedanên navdewletî li ser darbeya leşkerî ya Sûdanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdanê piştî darbeya leşkerî ya roja Duşemê, yekser civaka navdewletî hat ser xetê û hejmareke zêde ya welatan darbe şermezar kirin ku têde 5 wezîr û berpirsên bilind ên hikûmetê hatin desteserkirin û Serokwezîrê Hikûmeta Veguhêz Ebdulla Hemedok jî li mala xwe desteserkirî ye.

Amerîkayê 700 milyon dolar blok kirin ku ji alîkarîkirina Sûdanê re veqetandibûn, herwiha parastina silametiya Ebdulla Hemedok û berpirsên din ên hikûmetê jî xiste stoyê hêzên leşkerî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price dibêje: “Amerîka wan karan şermezar dike ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Sûdanê ve hatine kirin. Desteserkirina berpirsên hikûmetê û serkirdeyên din ên siyasî, di nav de Serokwezîr Hemedok, bandoreke nerênî li proseya veguhestina welat bo hikûmeteke sivîl a demokratîk dike. Divê hikûmeta veguhêz ku kesên sivîl serkirdayetiya wê dikin, di zûtirîn dem de dest bi derbaskirina karên xwe bike.”

Serokwezîr daxwaz ji xelkê kiriye bên ser cadeyan û nerazîbûna xwe pêşan bidin ku ew jî bû sedema tundûtûjiyê.

Li gor Komîteya Navendî ya Pizîşkên Sûdanê, hêzên artêşê bi kêmanî 4 xwepêşander kuştine û nêzîka 80yên din jî birîndar kirine. Komisyona Yekîtiya Ewropayê jî tundûtûjiya dijî xwepêşanderan şermezar dike.

Berdevka Komisyona Ewropayê Nabila Massrali jî got: “Yekîtiya Ewropayê derbarê desteserkirina Serokwezîr Hemedok û girtina wezîrên din de ji aliyê hêzên leşkerî yên Sûdanê ve gelekî nîgeran e û daxwaz dike yekser bên azadkirin. Me ew raport dîtine ku behsa qutbûna xeta telefon û internetê li wî welatî dikin. Divê her çawa be rê li ber tundûtûjî û xwînrijtinê bê girtin.”

Hevdem Neteweyên Yekbûyî darbeyê şermezar dike û ji hemû aliyan dixwaze li ser xwe bin. Îro Sêşemê civîna Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî jî derbarê rewşa wî welatî de tê kirin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî got: “Sekreterê Giştî bi tundî darbeya leşkerî ya berdewam li Khartoumê şermezar dike û herwiha wan hemû karan şermezar dike ku qonaxa guhestina desthilatê li Sûdanê û aramiya wî welatî dixin metirsiyê. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike li gor belgenameyên destûrî, yekser dest bi rêxistina karûbarên îdarî bê kirin. Desteserkirina neyasayî ya serokwezîr, berpirsên hikûmî û siyasetmedaran nayê qebûlkirin û dijî belgenameya destûrî û wê hevbeşiyê ye ku li gor rêkeftina taybet bi qonaxa guhestinê hatiye damezrandin.”

Ev ne cara yekem e darbeya leşkerî li Sûdanê tê kirin. Di sala 2019an de artêşa welat bi ser hikûmeta Umer El-Beşîr de darbe kir û hikûmeta veguhêz cihê wê girt. Piştre Encûmena Serwerî ya Sûdanê Ebdulla Hemedok wek serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Sûdanê destnîşan kir ku heta niha civaka navdewletî wek serkirdeyê welat danûstandinê ligel dikin.