Amerîka piştgirî da daxuyaniya Encûmena Asayişê ya derbarê hilbijartinên Iraqê de

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka pêşwaziya daxuyaniya Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ya di derbarê hilbijartinên Iraqê de dike û dibêje, ew dixwazin di çarçoveya berjewendiyên hevbeş de li gel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê 25ê Cotmehê di daxuyaniyekê de, pîrozbahî li xelk û hikûmeta Îraqê kir û proseya hilbijartina pêşwext a parlamentoyê ya di 10ê Cotmehê de wek proseyeke “parastî, paqij di ware teknîkê de û aştiyane” bi nav kir.

Di vê daxuyaniya xwe de, Wezareta Deve ya Amerîkayê ragihandiye, Hilbijartinên Iraqê ji bo xelkê derfetek bû ku paşeroja xwe diyar bikin di riya hikûmetekê de ku rengvedana xwastên wan be.

Di wê daxuyaniyê de hatiye, ew jî weke civaka navdewletî wan gefan protesto dikin ku li stafa Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Hilbijartinên Iraqê tên kirin.

Encûmena Asayişa Navdewletî di 22 Cotmehê de daxuyaniyek belav kiribû û têde daxwaz kiribû ku hikûmeteke piralî li Iraqê bê pêkanîn û hemû aliyên Iraqê jî aram bin û rêzê li hilbijartinan bigirin.

Amerîka daxwaz ji hemû aliyan dike ku rêzê li serweriya yasaya destpakiyê di proseya hilbijartinan de bigrin.