John Kerry: Trump xiyaneteke mezin li Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê John Kerry rexneyên tund li Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin û got, “Trump xiyaneteke mezin li hevpeymanên me yên Kurd kir.”

John Kerry di hevpeyvîneke li gel CNN Internationalê tekez kir ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê sereke yê Amerîkayê bûn û got ku Kurdan sînorê Tirkiye û Sûriyê kontrol kirin û rê nedan ku cîhadîst derbasî Sûriyê bibin ku bi gotina wî Tirkiye amade nebû vî karî bike.

John Kerry diyar kir, “Ew tişta ku Trump li hemberî hevpeymanên me yên Kurd kir xiyaneteke mezin bû. Bi wê biryarê rê li ber Serokomarê Tirkiyê hat vekirin ku êrişê bide destpêkirin.”

Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê di wê hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku Trump bi biryara vekişandina leşkerên amerîkî ji Sûriyê ziyaneke mezin gihande pêgeha Amrîkayê li wî welatî û got ku bi wê biryarê destê Amerîkayê di proseya çareserkirina krîza Sûriyê de lawaz bû.

Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina leşkerên amerîkî ji Sûriyê, di serî de li Amerîkayê rastî gelek nerazîbûn û bertekan hatibû.

Kandîda berê ya serokatiya Amerîkayê, Hillary Clinton derbarê biryara Amerîkayê ya rêdana êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gotibû, “Eger serok (Donald Trump) li gel serkirdeyên zordar ên Tirkiyê û Rûsyayê li hember hevpeymanên me yên dilsoz û berjewendiyên taybet ên Amerîkayê raweste, biryara wî xiyanet e li hember Kurdan û sonda wî ya yasayî.”

Balyoza berê ya Amerîkayê li Netewên Yekgirtî (NY), Nikki Haley jî berteka xwe li hemberî biryara Serokê Amerîkayê de nîşan dabû û gotibû, “Divê em hertim li pişta hevpeymanên xwe bin, eger em çaverê dikin ku ew li pişta me bin. Kurd roleke çalak di şerê me yê serkeftî yê li dijî DAIŞê de hebûn. Terikandina wan li hember mirinê, şaşiyeke mezin e.”