Şivan Perwer ji bo Rojava bang li Kurdên Ewropayê kir

26-10-2019
RÛDAW
Hunermendê Kurd dibêje, "Divê ew xwepêşandan netewî bin."
Hunermendê Kurd dibêje, "Divê ew xwepêşandan netewî bin."
Nîşan Şivan Perwer Çarenivîsa Rojava Kurd Ewropa Rojava Orekstraya Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer derbarê çalakî û xwepêşandanên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê li welatên Ewropayê tên encam dan bang li Kurdan kir û beşek ji daxwazan pêşkêş kirin.

Hunermendê navdar Şivan Perwer li ser hesaba xwe ya tora civakî (Facebook) girte vîdyoyeke nû belav kir û tê de bîr, boçûn û daxwazên xwe derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji Kurdên derveyî Kurdistanê re pêşkêş kirin.

Şivan Perwerd di destpêka axaftina xwe de got ku van heyaman Kurdistan ‘di qonaxeke dijwar re derbas dibe û Kurd di bin dagirkeriya dijmenekî xedar de û di rewşeke nebaş de ne’ û got ku hêviyên Kurdan hinekê şikestine lêbelê pêwîst e Kurd ti caran hêviyên xwe winda nekin.

Hunermendê Kurd dibêje, “Eger mirov ket xebat û xizmetekê, êşên wê jî bivênevê hene. Mirov naxwaze kes bimire, mal belav bibin, welat bê berdan, zehmetî û êş çêbibin, lêbelê dijminên dagirker Kurdistan perçe kirine, ji xwe bi salan ev tişt hene. Lêbelê miletê Kurd jî her li ber xwe dide û bila ev berxwedan her berdewam be. Van rojên dawiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dagirkeriyeke gelek giran heye.”

Di dewama axaftina xwe de Şivan Perwer rewşa Efrînê û kiryarên Tirkiyê û grûpên çekdar ên li wî bajarê Kurdistanê bibîr dixe û dibêje, “Hûn dizanin li Efrînê çi kirin, dibêjin em dê biçin seranser... Lêbelê gelê Kurd li ber xwe dide, bi Gerîla, Pêşmerge û gelê xwe bi her awayî xizmetê dike.”

Herwiha di dêrêjiya axaftina xwe de ew hunermendê navdar ê Kurd bang li Kurdên derveyî welat taybet jî yên li welatên Ewropayê dike û daxwaz dike ku ew çalakî, xwepêşandan, konferans, kongre, civîn û mitîngên ku tên sazkirin, bi rêk û pêk û organîze bin. Şivan Perwer diyar jî dike ku li kîjan welatî be jî pêwîst e medya, asayîş û raya giştî ya wî welatî bê agahdarkirin ku ew çalakî bi awayekî baş bên parastin û got ku ew kesên ku di wan çalakiyan de gotaran pêşkêş dikin divê zêdetir bi zimanên wan welatan biaxivin û li gor rewşa wan welatan tev bigerin, hêz bidin xwe û bimeşin, “ji bo ew welat ji Kurdan têbigihijin û piştevaniya Kurdan bikin.”

Şivan Perwer hişyariyekê jî dide û diyar dike ku gelek kesên ajan û sîxûr jî dikevin nav wan xwepêşandanan û dibêje, “Kurd zû tên xapandin” û destnîşan dike li hemberî egera rûdanên xerap pêwîst e ewlekariyeke baş bê girtin.

Şivan Perwer herwiha amaje bi awa û şêwazê wan xwepêşadanan û çalakiyan jî dike û dibêje, “Divê em bi awayekî netewî tevbigerin, ne li gor partiyekê. Herkes divê bizane ka çi dike ku zûtir serbikeve.” Perwer dibêje hunermend dibe xizmeta hizbên Kurdî bikin lêbelê hunermend ne yên hizban yên gelê Kurd in.

Di dawiya gotinên xwe de Şivan Perwer aşkere dike ku li bajarên Almanya yên weke Dusseldorf, Hamburg û Bonnê xwepêşandan û çalakî hene û diyar dike ku dibe ew jî beşdarî çalakiya li Bonnê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst