Serokê Katalonyayê parlemento hilweşand

26-10-2017
RÛDAW
Nîşan Katalonya Parlemento Hilweşandin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont, parlementoya Katalonyayê hilweşand.

 

Ji ber referanduma serxwebûna Herêma Katalonyayê di navbera hikûmeta navendî ya Îspanyayê û Katalonyayê de alozî çêbûbû.

 

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont parlementoya Katalonyayê hilweşand û biryara hilbijartina berwext da. Wisa tê payîn, ku di 20ê Kanûnê de hilbijartina herêmî were pêkanîn.

 

Li Herêma Katalonyayê di 1ê Cotmehê de referanduma serxwebûnê hatibû encamdan. Ji sedî 92ê dengderan ji bo serxwebûnê gotibûn "Belê". Hikûmeta Îspanyayê jî referandum li dijî destûrê qebûl kiribû û ji bo biryareke zelal, ji Serokê Katalonyayê re heta 19ê Cotmehê wext dabû.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst