Ji bo penaberên kurd agahiyeke nexweş

26-10-2016
RÛDAW
Nîşan Helsinkî Fînland Penaber
A+ A-

Helsinkî (Rûdaw) – Fînland plan dike ku alîkariya bi ser penaberan ve belav dike qut bike. Tê gotin piştî vê yekê penaberên kurd dê dîsa vegerin Kurdistanê.

Biryar e hikûmeta Fînlan di destpêka sala 2017ê de alîkariya bi ser penaberan ve belav dike êdî nede. Heger ev biyar were bicîkirin tê pêşbînikirin ku gellek penaberên kurd dê vegerin.

 

Penabera bi navê Saniye Mihemed (38) ji Rûdawê re wiha got: “Alîkariya ji aliyê dewletê gellekî li xweşa min naçe lê ti çareyeke din a me nîne. Ev Sistema nû di berjewendiyame de nîne. Dibe ku em vegerin Kurdistanê.”

 

Bandora serkeftina partiyên muhafizekar (rastgir) li Fînlandeyê hêdî hêdî diyar dibe. Kêmkirina saziyên fermî û veguehrtina polîkaya derbarê penaberan de nîşanê wê yekê ne.

 

Pisporê ona bêkariyê Atu Yalmar ji Rûdawê re wiha got: “Ev sistem dibe sedem ku mirov ji dewletê pere werbigre û nexebite. Herwiha di ser de dibe sedema xebatên ne fermî. Min bijîşkên nexebitîn û ji dewletê alîkariyê wedigrin dîtine. Ji ber vê yekê sîstema nû baş e.”

 

Sîstema nû dê di destpêka sala 2017ê de were spandin û saziyên alîkariya civakê dê bêne girtin û rayê dewrî saziya xebatên bike. Li gorî vê yekê kesekî ku heta ji xwe re kar bibîne dê ji dewletî meaş werbigre.

 

Yalmar wiha domand: “Meaşê saziya xebatan bide ji ya alîkariyên civakî bide ji sedî 30 zêdetir e. Xelk û partiyên çepgir çima li dijî vê yekê derdikevin ez nizanim.”

 

Saniye Mihemed jî got: “Belê rast e, pereyê bide zêdetir e, lê ji çend aliyan ve alîkariyê qut dikin. Minak alîkariya ji bo zarokan, ji bo dibistana û tenduristiyê qut dikin. Pereyê saziya xebatab bide demkî ye.”

 

Li gorî sîstema nû divê mirov bixebite û hikûmet jî ji bo welatiyên kar peyda bike.

 

Çalakvanê mafê mirovan Mistefa Resûl jî dibêje bi meaşeke kêm şixulandina karmendan dê qaliteyê kêm bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst