Luis Gilberto Murillo: Netanyahu yasayan bi cih nake

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Kolombiyayê Luis Gilberto Murillo diyar kir ku ew ti asoyeke aştiyê li Rojhilata Navîn nabîne û Benjamin Netanyahu yasayan bi cih nake.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Wezîrê Karên Derve yê Kolombiyayê Luis Gilberto Murillo li ser pêşhatên dawî yên li cihanê û Rojhilata Navîn ji Diyar Kurde re axivî.

Luis Gilberto Murillo amaje bi wê yekê kir ew wisa nabînin ku Neteweyên Yekbûyî û welatên din aştiyê bînin Rojhilatê Navîn.

Luis Gilberto Murillo amaje bi şerê Filistîn û Îsraîlê û rewşa mirovî ya Xezeyê kir û got:

“Ez dibînim ku Benjamin Netanyahu yasa û biryaran bi cih nake.

Wekî nimûne ew yasayên li Dadgeha Navneteweyî derketine.

Em gelekî dilgiran in. Ez ji civaka navneteweyî dixwazim zêdetir li ser meseleyê kar bikin."

Kolombiyayê ji ber şerê Îsraîl û Hemasê 3yê Gulanê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re bi dawî kiribûn.

Li aliyê din, 23yê Îlonê Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro jî diyar kiribû ku her kesê ku komkujiyê biparêze yan jî bêdeng bimîne mirovahiya xwe winda kiriye.

Şerê Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir û piştî 11 rojên din dê salek bi ser wî şerî re derbas bibe.

Ji ber şerê Xezeyê zêdetirî hezar û 200 Îsraîlî û 41 hezar Filistînî mirin.