Nûnerê Encûmena Demkî ya Yemena Başûr: Em piştgiriya serxwebûna Kurdan dikin

New York (Rûdaw) - Dîplomatekî Yemenî ji Rûdawê re got, “Kurd xwediyê dozeke rewa ne û em piştgiriya wan dikin ku serbixwe bibin.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Nûnerê Encûmena Demkî ya Yemena Başûr ê Amerîkayê Ehmed Atif pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Nûnerê Encûmena Demkî ya Yemena Başûr ê Amerîkayê Ehmed Atif ragihand:

“Em piştgiriya her miletekî dikin ku veqete û serwerî û serxwebûna xwe bi dest bixe, wekî mînak miletê Kurd.

Dozeke wan a girîng û rewa heye, em jî piştgiriya wan dikin.

Bi baweriya min ev rê ji bo pêkanîna aştî û aramiya cîhanê rêya rast e.”

Nûnerê Encûmena Demkî ya Yemena Başûr ê Amerîkayê Ehmed Atif her wiha da zanîn:

“Ez dizanim ku neteweya Kurd gelek qurbanî dane ku bi awayekî aştiyane hikûmeta federal a Îraqê razî bike ku nûnerekî xwe hebe.”

"Hewl didin dengê gelê Kurd li Îraqê bitepisînin"

Ehmed Atif anî ziman:

“Piranî her tim hewl didin dengê gelê Kurd li Îraqê bitepisînin. Em dixwazin her netewe û civakek cihê xwe hebe, ji bo ku ew jî bibin xwedî derfet ku hest û ramanên xwe diyar bikin.

Divê ti hêzên otorîter ku zilmê li mirovan nekin, tenê ji ber ku xwedî ziman û dîrokan cuda ne.

Divê ev nebe sedemek ji bo zordestiyê.”

Yemena Başûr ji sala 1967an heta 1970an bi navê Komara Yemena Başûr dihat naskirin û ji sala 1970an heta 1990an jî navê wê bû Komara Demokratîk a Yemenê.

Yemena Başûr li Rojhilata Navîn tekane welatê komunîst bû lê ji ber lawazbûna aborî, krîza siyasî ya navxwe û pirsgirêkên herêmî ne dewlemend bû.

Yemena Başûr sala 1990an bi bakurê Yemenê re bû yek û Komara Yemenê ava kir û piştî 4 salan şerê navxwe derket.