Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê: Em berdêlên giran didin

1 demjimêr berê
Diyar Kurde
Nîşan Antigua û Barbuda Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê ragihand ku ew ji bo çareserkirina avhewayê bêhêvî bûne û berdêlên giran didin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê Molwyn Joseph pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê Molwyn Joseph ji Rûdawê re ragihand ku Neteweyên Yekbûyî roleke mezin di şerê li dijî guherîna avhewayê de dilîze.

Divê hemû alî hem yên jîngehê qirêj dikin û hem jî yên mexdûr in li ser mijarê li hev bicivin.

Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê Molwyn Joseph got:

“Pirs ew e ku em heta çi astê dikarin aliyan bînin cem hev ku her kes erkên xwe pêk bîne?

Pirsgirêk ev e. Wekî giraveke biçûk em rastî gelek trajediyan hatin. Mînak jiyana deryayî ya girava me zerer dîtiye, ava deryayê germtir dibe û ev bandoreke neyînî li jiyana okyanûsê dike.

Em bawer dikin ku pencereyeke me ya pir teng heye ku rewşê berovajî bikin.”

“Bi salan e hewldan hene”

Wezîrê Tenduristî û Jîngehê yê Antigua û Barbudayê Molwyn Joseph her wiha anî ziman:

“Bi salan e hewldan hene. Girav û welatên biçûk bêhêvî bûne. Heger ev yek berovajî bibe, em dê bedelên giran bidin.”

Antigua û Barbuda welatekî giravî ye û li herêma Karibiyayê ye ku li bakurê parzemîna Amerîkaya Başûr e.

Welat ji du giravan, ji Antigua û Barbudayê pêk tê. Welatê biçûk ji ber guherîna avhewayê, bilindbûna asta deryayê, germahiyê, baranên kêm û zêde û bahozan rastî bandoreke neyînî ya giran bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst