Di navbera Almanya û Tirkiyeyê de krîz: Doner a kê ye?

8 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Dîmenê amadekirina donerê li Enqereyê\Wêne: Şewket Herkî, Rûdaw
Dîmenê amadekirina donerê li Enqereyê\Wêne: Şewket Herkî, Rûdaw
Nîşan Almanya Tirkiye Doner Komîsyona Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gelo “donera” herî baş bi kîjan goştî û çi coreyî tê amadekirin ? Bersiva vê pirsê di navbera Almanya û Tirkiyeyê de bûye sedama nîqaşeke diplomatîk.

Kebaba donerê di çend meh û rojên dawî di navbera Tirkiyê û Almanyayê de bûye sedema krîzeke diplomatîk.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi belgeyan serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da û xwest ku Doner li ser navê Tirkiyeyê were tomarkirin.

Wezareta Xwarinê ya Almanyayê jî li dijî vê pêngava Tirkiyeyê derket.

Almanyayê diyar kir ku donera rastî û orjînal li Almanyayê tê çêkirin û donera Tirkiyeyê ne orjînal e.

Xwediyê Kompanyaya Duveroglu Donerê Ege Duveroglu li ser mijarê got:

"Ji xwe ji bo Almanyayê jî hostayên donerê em dişînin.

Bi sedan sal in, doner wekî xwarina Tirkan tê nasîn.

Pêwîstî bi nîqaşê jî nîne doner bi temamî xwarina Tirkan e.”

Hostayê donerê Hasan Dag jî anî ziman:

“Alman kî ne heta ku behsa donerê bikin?

Di dema xwe de Tirkan çêkiriye, doner a Tirkan heta ya bajarê Enqere û Kastamonûyê ye. Welatê donerê Kastamonû ye.”

Hikûmeta Tirkiyeyê di serlêdana xwe de behsa taybetiyên donera Tirkiyêyê dike û dixwaze ku navê xwarinê wekî “Doner Kebab” were tescîlkirin.

Wezareta Xwarinê ya Almanyayê jî diyar kir ku donera rastî li Almanyayê tê çêkirin û terîfa Tirkiyeyê nerast e.

“Doner a Tirkan û Tirkiyeyê ye”

Berpirsa Kampanyaya DOISê Elîf Karamanê jî li ser rikeberiya Almanya û Tirkiyeyê axivî:

“Em dizanin doner ne ya Almanan e, doner a Tirkan e û ya Tirkiyeyê ye. Bi salan e em vî karî dikin.

Hemû berhemên wê jî yên Tirkiyeyê ne û xwemalî ye, em tiştekî wisa qebûl nakin.”

Reşît Demîrelê hosteyê donerê jî wekî hoste û xwediyên kompanyayên din ên donerê difikire.

Reşît Demîrel diyar kir ku Alman nizanin donerê çêkin û hostayên li Almanyayê donerê çêdikin jî ji Tirkiyeyê çûne Almanyayê.

Komîsyona YEyê heta niha biryara xwe nedaye lê xelkê Tirkiyeyê li ser vê yekê rijd in ku donera rastî ji aliyê Tirkan ve tê çêkirin û doner a Tirkan e. 

Mahmut Erdemê şêniyê Enqereyê da zanîn ku ew wekî Tirkan donera xwe nadin Almanan.

Heger Alman rabin donerê wekî donera xwe tescîl bikin û bifiroşin pêwîst e Tirkiye li dijî vê yekê bisekine.

“Doner di dîroka Almanan de nîne”

Şêniyê bi navê Saîm Candar îdia dike ku piştî hosteyên Tirkiyeyê çûn Almanyayê û dikanên donerê li wir vekirin û doner li nava Almanan hat naskirin.

Li gorî gotina Saîm Candar di dîroka Almanan de doner qet nebûye.

Li gorî amarên Komeleya Veberhênerên Donerê salan e li Almanyayê bi hecma 2,6 milyar dolaran û li seranserî Ewropayê 3,9 milyar dolaran doner tê firotin.

Li Tirkiyeyê jî salane 550 hezar ton doner tê çêkirin û hecma bazara donerê jî derdora 4,3 milyar dolarên Amerîkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst