Rûsyayê doktrîn guhert: Gelo şerê nukleer nêzîk dibe?

Moskow (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna Civata Ewlehiyê ya Ragirtina Nukleerî de pêşniyar kir ku derbarê şert û mercên bikaranîna çekên nukleerî yên Rûsyayê çend ronîkirin bên kirin.

Vladimir Putin di civînê de derbarê nêrîna Rûsyayê ya li ser êrişan got:

“Di guhertoya nûvekirî ya doktrînê de tê pêşnîyarkirin ku êrişên li ser Rûsyayê yên dewletên nenukleerî lê bi piştgirî an beşdariya dewletên nukleerî wekî êrişa hevpar a li ser Federasyona Rûsyayê werin hejmartin.”

Dema “dijmin” êrişî Rûsya û Belarusê bike û bi çekên konvansiyonel metirsiyeke krîtîk çêbike Moskow xwediyê mafê bikaranîna çekên nukleer e.

“Şert bi zelalî hatine diyarkirin”

Serokê Rûsyayê diyar kir, “Şertên derbasbûna Rûsyayê ya bikaranîna çekên nukleer jî bi zelalî hatine diyarkirin” û li pey çû:

“Gava ku em agahiya pêbawer derbarê êrişa girseyî ya bi çekên hewayî û fezayî û derbaskirina wan ji sînorên dewleta me de bistînin, em dê dê vê îhtîmalê binirxînin.

Mebesta min balafirên stratejîk an taktîkî, mûşekên baskdar, dron, balafirên hîpersonîk û balafirên din in.”

“Lîsteya metirsiyên leşkerî jî hatiye zêdekirin”

Pûtîn anî ziman ku “Di reşnivîsa prensîbên siyaseta dewleta Rûsyayê ya di warê parastina nukleerî de, kategoriya welatan û hevpeymanên leşkerî jî hatiye berfirehkirin û lîsteya metirsiyên leşkerî jî hatiye zêdekirin.”

Guherînên sereke yên ku di doktrîna nukleerî ya Rûsyayê de hatine kirin bi vî rengî ne:

- Pêşnûmeya doktrîna nukleerî ya nûjenkirî ya Rûsyayê, kategoriya dewlet û hevpeymanên leşkerî yên ku li dijî wan ragirtina nukleerî tê kirin berfireh dike

- Êrişa her dewleta nenukleerî ya li ser Rûsyayê ya bi piştgiriya hêzeke nukleerî dê wekî êrişeke hevpar a li ser Rûsyayê bê dîtin

- Rûsya dema êrişî Belarûsê bê kirin mafê xwe yê bikaranîna çekên nukleerî diparêze

- Agahiyên pêbawer ên derbarê destpêkirina êrişeke girseyî ya bi çekên hewayî û fezayî ya ber bi Rûsyayê ve dê bibe sedema bersiveke nukleerî. Di nav wan çekan de balafirên stratejîk û taktîkî, mûşekên keştiyan, dron, balafirên hîpersonîk û balafirên din hene

- Metirsiya krîtîk a li ser serweriya Rûsyayê, tevî çekên konvansiyonel jî, dê bibe bingeha bersivdayîna nukleerî