Juraj Blanar: Tiştên ku li Ukrayna û Îraqê çêbûn binpêkirin bûn

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Dervê yê Slovakyayê Juraj Blanar ji Rûdawê re got, "Tiştên ku li Ukraynayê çêbûn wekî yên li Îraqê binpêkirinên yasayên navneteweyî bûn."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Wezîrê Karên Dervê yê Slovakyayê Juraj Blanar li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

"Ji bo agirbestê çareserî diyalog û dîplomasî ye"

Juraj Blanar derbarê şerê Ukraynayê û helwesta welatê xwe ya li ser vê mijarê wiha anî ziman:

"Hikûmeta me tenê salek e ku Slovakyayê bi rê ve dibe. Em gelekî zelal bûn li ser wê yekê ku ji bo şerê Ukraynayê ti çareseriya leşkerî nabe.

Ji bo em bigihin agirbestê tiştê ku were kirin diyalog û çareseriya diplomasiyê ye.

Niha em di sala sêyem a vî şerî de ne û me ti guherîn nedît. Dijayetiya me ya li ser vê pirsê gelekî zelal e.

Ez bi eşkereyî dibêjim, ya ku li Ukraynayê çêbû binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî bû, wekî ya ku li Îraqê jî çêbû, binpêkirina yasaya navneteweyî bû ji aliyê Amerîka ve.

Li Yugoslavyaya berê jî yasaya navneteweyî hat binpêkirin û li dewleta nû Kosovoyê jî bi heman awayî.

Em nikarin bi awayekî li yasaya navneteweyî binêrîn ku eger ji aliyê kesê baş ve hat binpêkirin ji bîr bikin û bêjin baş e lê eger ji aliyê kesê xerab hat binpêkirin bêjin ev xerab e.

"Tenê çeka di destê me de yasaya navneteweyî ye"

Em wekî welatekî biçûk, tenê çeka di destê me de yasaya navneteweyî ye û em piştgiriyê didin her gav û destpêşxeriyekê ku li gorî yasaya navneteweyî be."

Name û gule

Hikûmeta Slovakyayê roja çarşemê ragihandibû ku ji aliyê kesên nenas ve nameyeke ku gule di nav de hebû ji Serokwezîrê Slovakyayê Robet Fico re hatiye şandin.

Juraj Blanar pirsa "Serokwezîrê we nameyeke ku gule di nav de hebû, wergirt. Rastiya li ser vê yekê çi ye? Gelo têkiliya vê yekê bi helwesta we ya li ser tiştên ku li Ukrayna û herêmê diqewimin re heye?" wiha bersivand:

“Hûn dizanin êrişî Serokwezîrê me hat kirin. Ev hewla kuştina serokwezîrê me bû. Ev jî li welat û cîhaneke demokratîk nayê qebûlkirin.

Ev ne tenê li Ewropayê, li her derê cîhanê çêbibe jî nayê qebûlkirin. Pêwendiya vê bi civakê re heye.

Eger li rewşa Ukrayna û Xezayê binêrî, kesên ku banga aştiyê dikin ew in ku tên rexnekirin.

Wekî nimûne ku piştgiriya Rûsyayê dikin ku ev jî ne rast e, piştre dikarin encamên wê bibînin, ji ber ku xelk tirsiyaye û di pirse çi rû dide.

Eger em behsa pêvajoya aştiyê bikin em tên rexnekirin, polîs lêkolînê li ser wê guleyê dike û hêvî dikim ti tiştekî xerab bi Birêz Serokwezîr neyê, niha nikarim ti gotinê bibêjim, pêwîst e em li benda lêkolîna polîsan bin."

Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico 15ê Gulana 2024an piştî civîneke hikûmeta di encama êrişeke bi çekan de birîndar bûbû.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên li New Yorkê 24ê Îlonê dest pê kir û dê heta 30ê Îlonê berdewam bikin.