Wezîrê Jîngehê yê Panamayê: Koç welatê me wêran dike

21 demjimêr berê
Diyar Kurde
 Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos Navarro / Wêne: Rûdaw
Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos Navarro / Wêne: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos Navarro Guherîna Avhewayê Koça Neyasayî
A+ A-

New York (Rûdaw) – Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos Navarro got, “Koça neyasayî hema bêje welatê me wêran kiriye.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos Navarro pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Ji bo Panamayê felaket e”

Juan Carlos Navarro da zanîn ku “koça neyasayî” û “hişkesalî” pirsgirêkên herî mezin ên Panamayê ne û li pey çû:

“Guherîna avhewayê ji bo Panamayê felaket e. Ez dê qala du mînakan bikim.

Par yek ji salên herî ziwa yên dîroka me bû û barana pêwîst nebariya.

Ev bû sedema yek milyar dolar xisarê û pereyên me jî nînin.

Ev bandora rasterast a germbûna cîhanê û guherîna avhewayê ye.”

“Koç welatê me wêran dike”

Wezîrê Jîngehê yê Panamayê “koça neyasayî” jî wekî pirsgirêka duyem nîşan da û got:

“Koça neyasayî hema bêje welatê me wêran kiriye.

Sala par 520 hezar koçberên neyasayî bi rêya Panamayê ber bi Amerîkayê ve çûn.

Koçber di Daristanên Darienê re çûn ku di lîsteya Mîrata Çanda Cîhanî de ye.

Koçberan daristan lewitand û xeraxopan kir.”

Juan Carlos Navarro li ser sedemên koça neyasayî jî wiha axivî:

“Hinek ji wan ji ber bandora xerab a guherîna avhewayê koç dikin û hinek jî ji ber dîktatorî û xerabbûna rewşa aborî koç dikin.

Bê guman rewşa mirovî yanî ew tiştên ku xelk li beramberî hev dike, em li beramberî hev dikin tiştê sereke ye.

Her wiha jîngeh, em tiştên ku bi serê gerestêrka xwe tînin, tînin serê hev jî.

Em wekî ku hevdû tune dikin gerestêrka xwe jî ji holê radikin.

Divê em hedû wekî mirovan qebûl bikin û gerestêrka xwe biparêzin çimkî cihê jiyana me tenê ev der e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst