Papa bangî civaka navneteweyî kir: Aloziyan rawestînin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Franciscus ji bo rawestandina rageşiya li Libnanê bangî civaka navneteweyî kir.

Serokê Vatîkanê Papa Franciscus di axaftina xwe ya ku her çarşem li Qada San Petrusê dike de, bal kişand ser êrişên asîmanî yên Îsraîlê yê li Libnanê.

Papa Franciscus got, "Li Libnanê ji ber bomberanên di van rojên dawî de gelek kuştin û wêrankarî çêbûn vê yekê ez gelekî xemgîn kirim.

Hêvî dikim ku civaka navneteweyî ji bo rawestandina vê rageşiya hovane her tiştî bike. Ev yek nayê qebûlkirin."

Papa di heman demê de bal kişand ser wê yekê jî ku xelkê Libnanê bi salan e ji ber krîza siyasî û aborî û her wiha teqîna li Bendera Beyrûtê ya sala 2020î gelekî bi bandor bûne û got:

"Ez hevxemiya xwe ya ji bo xelkê Libnanê radigihînim ku di van demên dawî de gelek êş kişandiye."

Artêşa Îsraîlê 23yê Îlonê serê sibê li dijî Libnanê dest bi êrîşa asmanî kiribû.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihandibû ku heta niha zêdetirî 550 kesî hatine kuştin.