Erdogan û Sûdanî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li New Yorkê li hev rûniştin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Recep Tayyîp Erdogan û Mihemed Şiya Sûdanî jî di vê çarçoveyê de hevdîtinek kir.

Medya beşdarî civîna wan nebû û naveroka wê nehat ragihandin.

Divê were gotin ku Erdogan temasên xwe yên li New Yorkê qedandin û vegeriya Tirkiyeyê.