Berdevkê NYyê ji Rûdawê re: Em ji aloziyên li Sûriyeyê nîgeran in

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Stephane Dujarric NY HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Em ji aloziyên berdewam ên di navbera milîsên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de nîgeran in.”

Dujarric di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane ya li New Yorkê de bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemir da

Dujarric diyar kir ku aloziya berdewam li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê, herêm ber bi kaoseke din ve kişandiye.

Berdevkê NYyê wiha berdewam kir” Em li ser berdewamiya tundûtûjiyê ya li deverên Sûriyê yên ku jiyana sivîlan aloz dike bi tundî dilgiran in ku ev çend sal in rûbirûyê tundûtûjî û rewşeke mirovî ya dijwar bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst