Li Qerebaxê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

26-09-2023
Nîşan Qerebax Teqîn Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Xankendî-Eskeranê ya Qerebaxê li cihê depokirina benzînê teqînekê rû da.

Di encama teqînê de gelek kes mirin û herî kêm 200 birîndar hene.

Li gorî Armenpressê ku ajansa fermî ya Ermenistanê ye teqîn şeva borî çêbû û sedema teqînê heta niha ne diyar e.

Hat ragihandin ku piştî teqînê agir bi derdora depoyê ketiye.

Di encama teqîn û şewatê de herî kêm 200 kes birîndar bûn û birînên gelekan ji wan dijwar in.

Tê gotin ku gelek mirî hene lê hejmara miriyan heta niha nehatiye zelalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst