Noam Chomsky: Kuştina Jîna Emînî tawaneke mirovî ye

26-09-2022
RÛDAW
Nîşan Noam Chomsky Jîna Emînî Rojhilatê Kurdistanê Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ramanbîrê navdar ê cîhanê Noam Chomsky bi helkefta kuştina keça Kurd Jîna Emînî peyamek vîdyoyî belav kir û bûyerê wek pênase kir.

Roja şemiyê 24.9.2022, bîrmend û nivîskarê navdar ê Amerîkî Noam Chomsky bi peyamekê kuştina Jîna Emînî wek “tawaneke mirovî” pênase kir û piştgiriya xwe ji xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re nîşan da.

Chomsky di peyama xwe de got “Gelê Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê di van çend deh salên borî de rastî zexteke mezin a ewlehiyê û tundiya sîstematîk ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye û layiqê jiyaneke bi rûmet e.”

Chomsky her wiha kuştin û binçavkirina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îranê ve şermezar kir û wiha berdewam kir “Di van salên dawî de, hikûmeta Îranê bi zextên zêdetir li ser çalakvan, nivîskar û rewşenbîran hewl da ku dengê nerazîbûnan bitepisîne, lê kuştina Zîna Emînî careke din bû sedem ku xwepêşander dengê xwe bidin û nîşan bidin ku ew hêjayî jiyaneke serbilind û tijî azadî û wekhevî ne.”

Di van salên dawî de bîrmend û nivîskarê navdar ê Amerîkî Noam Chomsky çendîn peyam ji bo piştevanîkirina gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye.

Nerazîbûn û xwepêşanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst