Îtalya: Di hilbijartinên parlementoyê de rastgir bi ser ketin

26-09-2022
RÛDAW
Giorgia Meloni
Giorgia Meloni
Nîşan Fratelli d'Italia Giorgia Meloni Hilbijartinên Îtalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên Parlementoya Îtalyayê de Giorgia Meloni ya rastgir bi ser ket, Giorgia Meloni piştî ku di hilbijartinên Îtalyayê de bi ser ket ragihand, ew dê hikûmeta bê ya Îtalyayê pêk bîne.

Piştî ku Partiya Fratelli d'Italia anko Birayên Îtalya di hilbijartinên Parlementoya Îtalyayê de pileya yekem bi dest xist, seroka wê partiyê Giorgia Meloni di gotarekê de li Roma ya paytexta Îtalyayê ragihand, ew dê serkirdayetiya hikûmeta bê ya Îtalyayê bike.

Giorgia Meloni diyar kir, xelkê Îtalyayê nameyeke zelal şandin ji bo piştevaniya hikûmeteke rastgir bi serokatiya Partiya Birayên Îtalya û soz da ku ew dê ji bo hemû xelkê Îtalyayê hukim bike.

Giorgia Meloni her wiha destnîşan kir ku ew dê yekgirtîbûn û yekrêziyê biparêze û xiyanetê li wê baweriyê nake ku xelkê daye wê.

Li gor encamên fermî yên destpêkê, Partiya Fratelli d'Italia di hilbijartinan de bi ser ketiye û Partiya Demokrat jî serê sibeha îro ragihandiye ku ew dê bibin hêza herî mezin a opozisyonê. Serkirdeyekî Partiya Demokrat got, rastgir li Parlementoya Îtalyayê bûn piranî, ne li welat.

Li gor encamên destpêkê, Partiya Birayên Îtalya ya rastgir, di navbera %22 - 26 ya dengan bi dest xistiye.

Rêjeya beşdariya hilbijartinên Îtalyayê ya îsal 63,8% bû, li gor sala 2018an ku ji 73,2%ê welatiyan çûbûn ser sindoqan, nêzîkî ji %10 kêmtir dengdêr beşdar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst